Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo vekirina dibistanên Reqa gava yekem hate avêtin

Dîmen

SILAVA EBDILREHMAN

QAMIŞLO – Perwerdeya 24 mamosteyên ji Reqa û gundewarên derdora wê bidawî bû û ev yek gava yekemîn a amadekirina zemînê sîstema perwerdehiyê ya li Reqayê ye.QAM-PARORA-LI-TEL-HABASI ‫(126616068)‬ ‫‬

Ekademiya Perwerdeya Civaka Demokratîk a li gundê Til Hebeş a Amudê, dewreya perwerdekirina 24 mamosteyên Reqayê ku derdora mehekê dirêj kir, bi dawî kir.

Pewerde bi navê şehîd Botan di 15 tîrmeha bihurî de destpê kir û tê de waneyên girîngiya perwerdeyê, dîroka jinê, jineolojî, dîroka Sûriye, şoreşa Rojava, sisyolojiya azadiyê û hwd hatin dayîn.

Tê payîn ku ev mamoste dibistanê li Tebqa, bajarokê Eyn Îsa û gundewarên wan vekin.

Fikira Netewa Demokratîk û mafê jinê hîn bûn

Buşra El-Xerb ku ji bajarê Tebqayê ye da zanîn ku wê bi îsrar xwest beşdarî vê perwerdeyê bibe û wiha fikira demokratîk û mafê jinê ji nêz ve nas bike û wiha pê de çû: “Armanca me piştî perwerdeyê, belavkirina zanistêye û tunekirina nezaniya ku DAIŞ`ê ev çend sal in li herêmên me belav kir.”

Buşra destnîşan kir ku xala herî bala wê kişand, wekheviya di navbera jinê û mêr a di jiyanê de ye, ji ber edetên wan ev yek nediparast û taybet jî pişt serwerbûna fikira DAIŞ`ê li herêmê û got: “Me gelek wane birin û jê fêrî pir tiştan bûn, lê ya herî zêde bala min kişan ku min bi çavên xwe wekheviya di navbera jin û mêr de dît û mafê jinê nas kir.”QAM-PARORA-LI-TEL-HABASI ‫(126616066)‬ ‫‬

Li gor Buşra da zanîn, bi vê perwerdeyê re baweriya wê zêde bû û kesayet wê xurtir bû, lewma dikare xwe û civaka xwe pêş bixe.

Buşraya ji Tebqê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ez vegerim Tebqayê, ez ê dest bi fêrkirina zarokan bikim û hewl bidim rewşê weke berê vegerînim, ez ê kesên din jî fêr bikim. Di perwerdeyê de min naskir ku pêwîste jin di nava civakî de xwedî cihekî be û ji koledariyê xelas bibe.”

Jina bi navê Kewser Ebdilriyad ku tevî hevserê xwe beşdarî perwerdeyê bû got: “Ez  li vir hînî Neteweya Demokratîk, edalet, hezkirin û rêzdariya jinê  ku min li tu cihên dîtir nedît, bûm.”

Kewser kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna perwerdeyê û naskirina felsefya Abdulah Ocalan anî ziman.

(nse)

ANHA