Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo zarokên xwe ji DAIŞ biparêze, hat Rojava

SILAVA IBRAHÎM

HESEKE- Dayîka 8 zarokan ji bo zarokên xwe ji çeteyan biparêze berê xwe dide herêma Rojavayê Kurdistanê û niha li kampa Sedê ya Şedadê dimîne.HSK-JINE-KOUGBER ‫(1)‬

Koçbera bi navê Emîna El-Fadil serî li hemberî çeteyên DAIŞ`ê netewand û ji bo parastina zarokên xwe berê xwe daye herêmên Rojavayê Kurdistanê.

Emîne El-Fadil dayîka 8 zarokan, poşman nebûye ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê serî netewandiye û dema zulma ku ji çeteyan dîtiye tanî ziman rondik ji çavên wê hatin xwarê.

Çîroka dayîka Emîne El-Fadil wiha destpê dike: ʺ DAIŞ zorî li hevjînê min kirin ku tevlî wan bibe. Hevjînê min jî qebûlnekir ku tevlî wan bibe û ji ber vê yekê ew kuştin.ʺ

Berê xwe dide herêmên bi ewle

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku hevjînê wê kuştin berê xwe didin zarokên wê û dixwazin wan ji dayîka wan bistînin. Dayîk ji bo zarokên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê biparêze berê xwe dide xaka Rojava û niha li kampa Sedê dimîne.HSK-JINE-KOUGBER ‫(1)‬ ‫‬

Dayîka Emîne El-Fadil ji bo hatina xwe ya kampa Sedê wiha got: ʺEz her li benda vî wextî bûm ku ji wan kujeran birevim û zaroknê xwe rizgar bikim. DAIŞ gelek ziyan dan sivîlan û xwestin zarokên min jî ji min bistînin.ʺ

Ji bo rewşa wan a li kampê jî Emîna El-Fadil wiha got: ʺ Rêveberiya kampê xêrhatina me kir. Li gorî derfetên xwe bi me re bûn alîkar. Niha em û malbateke dîtir li heman konî bi hev re jiyan dikin.ʺ

Di nava gotinên dayîka Emîn El-Fadil de hat gotin ku du zarokên wê nexweşiya rebû (bînçikandin) bi wan re heye û pere pê re nînin ku derman ji bo wan peyde bike.

Emîne El-Fadil di dawiya gotinên xwe de wiha got: ʺEz dayîka 8 zarokan im û ji min tê xwestin ku ez zarokên xwe xwedî bikim.ʺ

Piştî ku Pêngava Bagera Cizîrê di 9`ê mehê de destpê kir şêniyên Dêrezorê û gundewarên wê berê xwe dan herêmên bi ewle yên Rojavayê Kurdistanê û niha gelek ji wan li kampa Sedê ya Hesekê bi cih bûne.

(np)

ANHA