Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji cihûwarkirina sîstematîk li herêmê, sedem û encamên wê-4

DOSYA

Koçberiya li Şehbayê

FERHAD ŞAMÎ

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Herêmên Şehbayê, derbarê polîtîkayên jicihûwarkirinê (Deportations) ku dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê li herêmên Şehbayê pêk tîne raporek weşand. Li gorî rapora navendê, Artêşa Tirk û komên çeteyên di bin sîwaneya “Mertala Firatê” di nav 2 mehan de şêniyên 60 gundên kurdan li herêmên Şehbayê; bi taybet gundên Bab û Ezazê, ji jicihûwarên wan kirin û li şûna wan alîgirên xwe bicih kirin.ŞHAHBA-OPERASYANAEN (2)

Destpêkê ev polîtîka li hemberî welatiyên ku tewana “alîgirên YPG’ê ne” li wan dihat kirin, pêk dihatin. Lê paşê fireh bû û bi dehan malbatên kurdan ji gundê El-Numan hatin derxistin û Ii şûna wan 200 malbatên çekdarên Mertala Firatê hatin bicihkirin.

Paşê Tabûrên Artêşa Tirkumen ku ji aliyê Istîxbarata TIrkî di 2015’an de hatibû avakirin, Operasyona jicihûwarkirinê domand. Van gefa kuştinê li ciwanên Kurd yên ku tevlî Mertala Firatê nedibûn dixwarin. Her wiha li gorî navenda belgekirinê navên gelek kesên kurd ku ji wan hinek beriya 19 salan jiyana xwe ji dest dabûn mîna Mehmûd El-Mehmûd ê ji gundê El-Numan, belav kiribûn û li pey wan diketin.ŞHAHBA-OPERASYANAEN (3)

Heya niha kurdên wê herêmê operasyona jicihûwarkirinê ku El-Nusra û Artêşa Azad di sala 2013’an de li Til Hasil û Til Eran pêk anîn, jibîr nekirine. Wê demê van koman zêdeyî 30 ciwanên kurd tesfiye kirin.

Yek ji polîtîkaya qirkirinê ku li van deveran pêk dihat jî ferzkirina axaftina bi zimanê Tirkî û Erebî bû.

Polîtîkaya Tirkiyê ya jicihûwarkirinê tenê kurd armanc nedikirin, rêxistinên mafên mirovan gelek dosyayên sivîlên ku ji ber tevlî dagirkeriya Tirk nebune hatine derxistin, qeyt kirin.

Herêmên Efrîn, Kobanê û Cizîr ên Rojava jî bi dehezaran sivîlên ku ji ber artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Bab, Cerablus û Raî reviyane, dihewîne.ŞHAHBA-OPERASYANAEN (4)

Piştperdeyên polîtîkaya jicihûwarkirinê

Di piştperdeya van polîtîkayan de, Tirkiyê niyetên xwe yên dijberiya gelê kurd li Sûriyê, veneşartin û gelekî eşkere dixwest hevbendiya kurdan bi gelên din ên herêmê ji ereb, suryan û tirkumenan biruxînin.

Armancên Tirkiyê û wekîlên wê li Bakurê Sûriyê, bi taybet di şerê li dijî gelê kurd dikarin di van xalan de bên vegotin:

1- Piştî ku QSD’ê riya DAIŞ’ê ya di navbera Reqqa û sînorê Tirkiyê qut kir, Tirkiye hewl dide car din vê korîdorê vegerîne. Bi taybet dixwaze riya bazirganiya petrola Sûriyê ku bi riya DAIŞ’ê pêk dihat, vegerîne.ŞHAHBA-OPERASYANAEN (1)

2- Çeteyên xwe li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê bicih bike û herêmên dagirkeriya xwe li vir misoger bike. Da ku di demên pêş de bi riya raferendomekê van herêman tevlî TIrkiyê bike. Tecrubeyên Tirkiyê yên di vê mijarê de berê hene; Lîwai Iskenderon wekî mînak.

3- li sêgoşeya Cerablus –Ezaz-Bab baregehek istîxbaratî ava bike, ku erka wê komên tarî li hemû herêmên Bakurê Sûriyê ava bike û belav bike.

4- amadekariyên parçekirina Sûriyê dike. Li Bakurê Sûriyê jî dijminek mayinde yê gelê kurd ava bike.

5- Tirkiye dixwaze bi riya derxistina pirsgirêkên derve, aloziya xwe ya hundirîn çareser bike.

6- Armanc dike serkeftinek leşkerî bidest bixe, da ku karibe di hevsengiyên polîtîk ên Sûriyê de bandorker be.

7- Mayindebûna hebûna xwe li Sûriyê misoger bike.

8- Nehêle Kantonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev û şerê bi gelê kurd re demdirêj misoger bike. Da ku bi vê yekê re enerjî û hêza vî gelî bixîne.

Bê guman, encamên van polîtîkayên jicihûwarkirinê ku rejîma Baasê, Tirkiye û çeteyên wê li Sûriyê pêk tînin, ew ê di civaka Sûrî de keraseta çêke. Eger mirov encamên polîtîk, ewlehî û guherîna demografîk bide aliyekî, ew ê ev polîtîka tevna civakî ya Sûrî parçe bike û nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de gur bike. Ew ê mayinek li benda teqînê li vê herêmê bê çandin û hiştin.

Her wiha ew ê rewşa koletiya ku tê armanckirin, herêmê sedan sal vegerîne paş. Nifşên nezan û cahil wê derkevin holê.

Di dîroka Osmanî de gelek operesyonên firehkirina sînorê împaretoriyê û sînaryoyên wiha hatine dîtin. Ev hemû li ser hesabê gelên resen ên herêmê pêk dihatin. Niha Erdogan hewl dide vê sînaryoyê vegerîne. Tevî ku hevsengiyên hêzê li Rojhilata Navîn rê nade ku van armancên xwe pêk bîne, lê heya niha xala sereke ya ku Tirkiye li herêmê armanc dike eve.

Bi gelemperî, polîtîkaya jicihûwarkirinê di qanûnên navnetewî de weke tewanên kuştin, êşkencekirin, qirkirin û jenosaîdê weke tewanên dijî mirovahiyê tê kategorîzekirin.

Lewra gelê kurd û gelên resen ên herêmê divê li hember van polîtîkayên Tirkiyê dosyayên gilîkirinê rakin dadgehên navnetewî û welatên eleqedar. Di van dosyayan hemû binpêkirinên Tirkiyê û operesyona jicihûwarkirinê bi datayên wan parve bikin û belge bikin. Her wiha divê bi gelên din ên herêmê re şoreşeke gelan li hember dagirkeriya Tirk rake. Nemaze ev dagirkerî dê ziyanê bigihîne hemû gelên herêmê bi taybet gelê ereb; ku piştî Şoreşa Erebî ya Mezin rakir, bi hilweşandina împeretoriya Osmanî hatiye tewanbarkirin. Yanê eger ku Erdogan û hikumeta wî niha ereban di kampên penaberan de hembêz dike, ew wan tenê weke amûrek bazirganiyê bikar tîne û li ser navê wan peymanên polîtîk û ewlehiyê bi welatên cîhanê re îmze dike.

DAWÎ

(ne/dc)

ANHA