Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji cihûwarkirina sîstematîk li herêmê, sedem û encamên wê

DOSYA

FERHAD ŞAMÎ

Koçberkirina ji Sûriyê û Îraqê 

Dagirkeriya Artêşa Tirk ji xaka Sûriyê ku bi awayekî yekser di 24ʹê Tebaxa 2016ʹan de pêk hat, qonaxeke nû ji Sûriyê re bi xwe re anî. Di vê qonaxê de êdî pîlanên veşartî veguherî pîlanên eşkere. Dagirkeriya ku salvegera 500ʹyî ya êrîşa Osmaniyan ji xaka Sûriyê re tîne bîra mirov, Osmaniyan îdolojiya xwe bi hêzê û bi hemû alavên tundiyê yên wê demê feriz kirin, niha jî di dema desthiladariya Erdogan de dereng nema ku ji dijberên xwe re tekez bike ku ew sultaniyên Osmaniyan e.KOCBERIYA-GO-LI-SURIYE-LI-IRAQE1 ‫(184943107)‬ ‫‬

Tevî ku zêdeyî 100 sal di ser hebûna Osmaniyan a li Sûriyê re derbas bûye, lê hîn jî bandora wê serdemê yên reş li ser herêmê hene. BI taybet dema mirov dosya kesên ku di encama komkujî û koçberkirina ku di wê serdemê de pêk hat bibîr bixe, welatiyên erman, xiristyan, kurd, ereb, çerkes û her wekî din rastî siyaseta tirkirinê hatin. Piştî avabûna Cimhûriyeta Tirkiyê jî siyasetên şofinist li ser gelê herêmê dewam kir, vê yekê jî bandorek kir. Di meclîsên şêniyên herêmê yên kurd û ereb ên Sûriyê her dem pirsa aliyê din ê sînorê Tirkiyê û heta Îraqê jî tên kirin. Dibe bi vê yekê re tiştekî yasî derkeve, dema mirov li koka bingeha kiryarên desthiladariyê ku koçberkirî, derbederî û dûrxistina ji hev pêş xist de pêk were. Ji ber vê yekê divê em bûyerên koçberkirinê û bi taybet ji ber ku gelek caran di herêmê de dubare dibe û bi taybet di Sûriyê de, ji ber destwerdana hêzên herêmî û navdewletî ya di şerê li Sûriyê de koçberkirin zêde kir. Di dema ku pîlanên hêzan ên çareseriyê nîne, lê belê hesabên siyasî û berjewendiyan tevlî hev dikin.KOCBERIYA-GO-LI-SURIYE-LI-IRAQE1 ‫(184943106)‬ ‫‬

Koçberkirin ji kiryarên gelek welatên herêmê û bi taybet dewletên Rojhilata Navîn ne dûr bû. Ev rêbaz wekî riya rakirina koma gelên resen ên herêmê dihate bikaranîn. Wan dewletan ew kiryar bi armanca pêkanîna destkeftiyên siyasî, leşkerî û bazirganî pêk tanîn. Her wiha ji bo girêdana bi desthiladariya xwe ve xurt bikin. Di Sûriyê, Îraq û Tirkiyê de welatiyên ku hatine ser desthiladariyê di pêkanîna siyasetên koçberkirinê, rêza yekem girtine û mezintirîn siyasetên koçberkirinê li dijî gelên xwe dane meşandin, ev yek di demê şer de zêdetir derdiket pêş.

Li Sûriyê di vê dema ku rêjîma wê ya ne rewa di van rojan de bi çalakiyên koçberkirina ku bi navê Lihevanînê pêk tên, koçberkirina bi razîbûna aliyan pêk tê. Ev yek di hin bajaran û di paytextê de jî pêk tê. Li gorî hejmartinên hatine derxistin, zêdeyî 8 milyon welatî hatine koçberkirin. Ev welatiyên ku koçberî derve kirine, ji ber êrîş, topbaran û her wekî din çi ji aliyê rêjîmê û çi ji aliyê komên çekdar ên opozisyonê pêk tê. Lê mirov dikare bêje ku hejmartinên rastîn ên koçberên Sûriyê ku di hindirê welat de pêk hatiye, nayê zanîn. Ev koçberkirin li ser esasê hesabên nijatî yan li gorî berjewendiniyên siyasî pêk hatine.KOCBERIYA-GO-LI-SURIYE-LI-IRAQE1 ‫(1)‬

Kokên koçberkirina di Sûriyê de vedigere salên 60ʹyî de, dema rêjîma Baas welatiyên kurd ji herêmên sînor ên herêmên Cizîrê dane koçberkirin û pirojeya xwe ya Kembera Erebî pêk anî. Ji wê demê zext li ser gelê kurd dewam kir, da ku herêmên di destê wan de maye jî vala bikin, ev yek bi taybet li ser gundên sînor zêde pêk hat. Berê welatiyan bi zanebûn didan bajarên mezin wekî Helab, Şam û Humsê. Armanc ji vê yekê welatiyên herêmê ji çand wan dur bixin û hebûna wan biqedînin.

Li gorî hejmartinan derdora 600 hezar welatiyên kurd ku piraniya wan ji wan gundan bûn ji bo peydakirina derfetên kar, ber bi bajarên mezin ên Sûriyê ve koçber bûn. Ev yek piştî ku piştgiriya bi cotkaran re hate qutkirin, di sala 2004ʹan de zêde bû, ji xwe kiriyarên ewlekariyiê û derxistina welatiyan ji saziyên dewletê li dijî gelê kurd pêk hat. Gelek kes tenê ji bo xwe ji ber çavên rêjîmê bidin alî,koçber bûn û berê xwe dan cihên din. Rêjîma Baas heta niha ji ber sûcên ku ne kêmî sûcên Serokê Sûdanê Umer El-Beşîr ên li Derforê li pey kesî ne ket. Lê ji ber mijarên siyasî welatî didan koçberkirin.KOCBERIYA-GO-LI-SURIYE-LI-IRAQE1 ‫(1)‬ ‫‬

Komên çete yên wekî DAIŞ û çekdarên opozisyonên pîlanên koçberkirinê ku rêjîma Baas dabû destpêkirin, dewam kir û welatî li ser esasê mezhebî û neteweyan hatin koçberkirin. Li Girê Spî welatiyên kurd alîkariya hevalê xwe yê ermenî ku bi tena xwe li bajar maye kirin ku zingilê kenîseyê lê bide, ev bûyer sala derbasbûyî pêk hat. Ev piştî ku 100 malên ermen di encama bûyerên li Sûriyê rû dane koçber bûne, pêk hat.

Belge û delîlên heyî alîkariya me nekirin ku em sedema rastîn a koçberiya zêdeyî 200 malên mesîhî û Ermanî ji bajaroka Til Koçber a li ser sînorê Îraqê ku di dema rêjîma Baas û komên çekdar de pêk hat, nas bikin. Ev di dema ku neferekî ermenî û 2 malbatên mesîhî piştî rizgarkirina bajaroka Til Koçber ku di sala 2013ʹan de bid destê hêzên YPGʹê pêk hat, tên bajar û bîranînê malbatên xwe bibîr tînin. Lê heta vê kêliyê rê nayê dayîn ku welatiyên kurd vegerin malên xwe yên li Reqqayê, ev di hebûna DAIŞʹê de ye. Di heman demê de gundên kurdn ên Cerblusê hîn jî valane. Piştî ku komên çekdar ên piştigirya xwe ji Tirkiyê digirin, rê nadin welatî vegerin malên xwe.  Di heman demê de bi dehan malbatên kurd piştî ku hêzên YPGʹê bajarê Girê Spî ji DAIŞʹê rizgar kir, vegeriyan malên xwe. Malbatên vegeriyan di çarçoveya pîlana koçberkirina komên çete yên DAIŞʹê ya di bajar de ku siyasetên Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra a piştî teqandina Mala Gel  a Girê SPî domandin pêk hat.

Hêzên QSDʹê mizgîniyê dide kurd û erebên bajarê Tebqa ku ev zêdeyî 2 sal in dev ji malên xwe berdane ku dê vegerin malên xwe.

Li Îraqê jî rêjîma Sedam Husên siyasetên koçberkirinê bi êrîşên xwe yên tunekirinê re ku li dijî gelê kurd pêk anîn hatin meşandin. Ev di serî de li dijî kurdên şebek ên li Mûsil, Xaneqîn û Kerkûkê di salên di navbera 1988-1989ʹan de pêk hat. Di heman demê de kurdên sinî ji wan herêman ber bi Hewlêr û Silêmaniyê ve hatin koçberkirin. Her wiha welatiyên erebên şîa jî ji başûrê Îraqê haqtin koçberkirin, ev yek piştî ku Ehwar hate ziwakirin û bingeha wê ya avê di encama siyasetên nijatperestî pêk hat. Mesîhî û kurdên êzîdî ji Mûsilê hatin koçberkirin. Ev yek ji ber beşdarbûna wana olî pêk hat. Rêjîmê ew bajar kirin bargeha serke ya erebên sinî yên piştigiriyê didin rêjîma Baas.

DAIŞʹê jî ji wan siyasetên rêjîma Baas sûd wergirt û pêkhateyên wê herêmê yên mabûn jî dane koçberkirin, ev gihişt asta ku tu nema kesekî mesîhî li Mûsilê dibîne. Her wiha herêmên pîroz ên mesîhiyan û olên din jî hatin wêrankirin û di saziyên çapemeniyê yên DAIŞʹê de wekî madeyek gerim hatin weşandin.  Heta vê kêliyê jî kurdên êzîdî li zêdeyî 5 hezar jinên ku piştî reva pêşmergeyên PDKʹê ketin destê DAIŞʹê digerin. Ev bûyera Şengalê piştî koçberkirina ermeniyan û qetlîama 1915ʹan mezintirîn pîlana koçberkirinê ye. Ji ber ku di encamê de zêdyeî nîv milyon kurdên êzîdî ji Şengalê hatin koçberkirin. Dewleta Tirk jî deriyên KOçberiyê vekirin û rê da hinekan.

(dc)

ANHA