Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji civaka navneteweyî xwestin ku kiryarên AKP′ê rawestîne

NEJBÎR OSMAN-KAWA HEMO

DÊRIK – Şêniyên ji gundên Girdême û Ên Dîwer kefên Artêşa Tirk û destwerdana wê di xaka Rojava de û kolandina Xendeqan şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da kiryarên rawestîne.

Dewleta Tirk gefên xwe yên li ser welatiyên gundên sînor didomîne. Artêşt Tirk a dagirker ji 5 mijdara derbasbûyî ve li gundên Dêrikê yên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dest bi kolandina xendeqan kir. Ev yek li gundên Girdêmê, Hecî Metra û Habil Hewa pêk hat.XORSID OSMAN

Dewleta Tirk xaka  derdora 50 heta 150 metreyan ketin xaka wan gundan de  her wiha di 16ʹê heman mehê de jî dest bi avakirina dîwarê şerê jî kir.

Dewleta Tirk a dagirker hîn jî avakirina dîwarê şermê li herêma gundê Girdîmê ya herêma Beravê didomîne û rê nade ku welatî herin nava zeviyên xwe û di zeviyên xwe de kar bikin.

Têkildarî mijarê şêniyên wan gundan û gundê Ên Dîwer a li ser sînor ne razîbûn nîşan dan. Gundinê bi navê Xorşîd Osman got ku dwleta Tirk zalime û ji destpka avakirina dîwarê şermê xaka gundên wan dagirkirye û rê nade welatî herin nava zeviyên xwe yên heta 300 metrî dûrî sînor. Vê yekê ziyanek mezin li welatiyan kir.ʺ

Osman bang li civaka navdewletî kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku dawî li kiryarên xwe bînie û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺPêwîste civaka REDIF MIHMEDnavdewetlî zextê li deweleta Tirk ku yasayên navdewletî binpê dike bîne. Jiyana gundiyên me li ser çandiniyê û sewalvaniyê ye, ev kiryarên Tirkiyê jiyana welatiyên van gundan dixe tehlûkê de.ʺ

Gundiyê bi navê Redîf Mihemed Haco têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: ʺDewleta Tirk û ji destpêka avakirina dîwarê şermê, zeviyên me ji destê me birine, Zeviyên 20 malbatên ji gundê Girdêmê hatin talankirin, hin kes hemû zeviyên wan ji wan çûne,ên hinekan jî nêzî 2 hiktaran ji wan çû, piraniya gundiyan jî nema dikarin herin nav zeviyên xwe. Pêwîste civaka navdewletî zextê li Tirkiyê bike da ku dawî li kiriyarên xwe bîne.ʺ

Li gundê Êndîwer jî dewleta Tirk ji bo guhertina ava çemê Diclê kar dike, bi vê yekê jî Pira Bafirê (Rûmanî) ketiye tehlûkeyê de. Ji ber pinpêkirinên dewleta Tirk derdora 255 hiktar zeviyên Rojava hatin dagirkirin, hewr wiha hin şervanên YPGʹê yên li wir û 2 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Şêniyên Ên Dîwer jî kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin ku kiryarên wan yek ser bandorê li jiyana welatiyan dixe metirsînê de. Gundiyê bi navê Seyîd Resûl ê ji Ên Dîwer got dagirkeriya Dewleta Tirk şermezar kir û got: ʺkiryarên Tirkiyê bandorê li jiyana welatiyan dike, guleyan li gundê me direşînin, heta zarok bi tirs diçin dibistanan ji ber ku gelek caran guleyên wan li dibistana gund jî dikeve. Ev yek dibe ku tirs di nava zarokan de jî çêbibe.ʺSAID RESUL

Resûl, her wiha got ku alavên wan ên derxistina Qûmê li ser Çemê Dicla heye û wiha dom kir: ʺGundî debara xwe ya rojane ji çandiniyê, qomê û sewlavaniyê derdixin. Niha jî ji ber êrîşên dewleta Tirk gundî nema hêsan dikarin herin nava zeviyên xwe û karê xwe bi rehekî pêk bînin. Banga me ji hemû civaka navdewetlî re ku zextê li Tirkiyê bikin, da ku dawî li êrîşên xwe û destwerdana xwe bîne.ʺ

(dc)

ANHA