Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji ciwanan bang: Divê ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe bidin Efrînê

Dîmen

AZAD SEFO – DIYAR EHMO

QAMIŞLO – ʺRoj roja têkoşîn û berxwedanê ye. Tu kes nikare îradeya me bişkîneʺBi van gotinan endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan beriya ku berê xwe bidin Efrînê hestên xwe anîn ziman.

Beriya ku endamên YCR û YJC`ê yên kantona Qamişlo bikevin rêya Efrînê û tevlî Berxwedana Serdemê bibin, ji ajansa me re axîvin.

DILBER HADI

Dîlber Hadî:Em weke jinên ciwan ji bo ku em destek bidin şervanên QSD û li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û terorîstên wê bisekinin. Bi vê tevlîbûna xwe em tekez dikin em dikarin hemû sînoranan bişkînin. ji bo hemû destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin werin parastin pêwîste hemû jin berê xwe bidin Efrînê.

AMEDAmed Şêr:Roj roja berxwedanê ye. Pêwîste hemû ciwan ji her çar parçeyên Kuridstanê bi erka xwe ya welatparêzî rabin û berê xwe bidin Efrînê. dewleta Tirk a dagirker û terorîstên wê tu carî nikarin îradeya gelê Efrînê û şervanên QSD`ê yên ku ji bo azadiya gelan şer dikin, bişkîne.

SILEMAN

Silêman Mihemed: Em weke YCR û YJC`ê ji bo ku em destek bidin şervanên QSD û gelê Efrînê û li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û terorîstên wê bisekinin, em  berê xwe didin Efrînê.

(bx/kc)

ANHA