Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji Çiyayê Qereçoxê banga “Têkoşîna azadiyê”

DÊRIK – Çalakiya jinên Herêma Cizîrê ya li Çiyayê Qereçoxê ji bo roja 25’ê Mijdarê bi daxuaniyeke ji raya giştî re bi dawî bû.DERIK-BIDAWIKIRNA-MESA-QERECOX (4)

Bi hezaran jinên ji bajar, bajarok navçe û gundên Herêma Cizîrê ji bo 25’ê Mijdarê îro berê dan Çiyayê Qereçoxê yê li Dêrikê.

Di meşa jinan de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, Kongreya Star, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan, Leyla Şaylemiz û Nalîn Mûş hatin bilindkirin.

Meşa ku saet di 12.00’an de ji gundê Qereçoxê dest pê kir hetanî lutkeya Çiyayê Qereçoxê dirêj kir. Jinan di meşê de durişmeyên wekî “Jin, jiyan û azadî”, “Bêyî Serok jiyan nabe” û hin durişmeyên din avêtin.

Dema ku jin gihişt jora Çiyayê Qereçoxê li ser navê Kongreya Star daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyaniya bi zimanê Kurdî ji aliyê Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star Fîdan Sîdo û bi zimanê Erebî ji aliyê Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd ve hate xwendin.DERIK-BIDAWIKIRNA-MESA-QERECOX (3)

Daxuyanî wiha ye:

“Têkoşîna hersê xuşkên “Mirbal” a di sala 1960’an de li hemberî tundiya li ser jinê bûye sembola têkoşîna ya bi milyonan jinan. Yek ji wan navê wê Menîrfa ye, wê destpêkê têkoşîna xwe dest pê kir, piştre herdu xuşkên wê Patriya û Mariya jî tevlî têkoşîna ji bo jinê bûn.

Hersê xuşkên çalakvan li Komara Domînk têkoşîna xwe dewam kirin. Di 25’ê Mijdara 1960’an de dîktatorê Komara Domînîk fermana kuştina hersê xuşkan da.

Bi derketina DAIŞ’ê re jin dîssa rastî tundiyekek pir mezin hatiye. DAIŞ’ê bi awayekî hovane li Şengal, Minbic, Tebqa û gelek bajarên din jin rastî êrîşên hovane hatiye.DERIK-BIDAWIKIRNA-MESA-QERECOX (2)

Niha li Rojhilata Navîn hikûmeta AKP’ê êrîşên pir dijwar li dijî jinan pêk tîne. Jina kurd rolele girîng li ser riya pêkanîna demokrasiyê pêk tîne. Ji ber vê yekê hikûmeta Tirk bi hinceta terorê gelek jinên ku têkoşînê dikin, daye girtin.

Wekî jinên Bakûrê Sûriyeyê em tu carî vîna xwe radestî siyaseta dewleta Tirk nakin, wekî ku me li dijî rêxistina terorê DAIŞ’ê serkeftinên mezin bidest xistine, em ê li hemberî hemû dagirkeran jî serkeftî bin.

Wekî ku em dizanin Parlamentoya Iraqê zewicandina bi temenê biçûk rewa kiriye. Ev bi serê xwe sûcekî li dijî jinê ye. Em biryara palamentoyê şermezar dikin. Em ê şerê vê hişmendiya paşverû bikin.

Êdî dengê jinê yê ji bo wekhevî û dadmendiya digihêje tevahiya cîhanê. Ev yekîtiya hanê wê jinê biparêze.EVIN SIWED

Wekî jinên Kurd em riya felsefeya Rêber Apo dişopînin. Em ji felsefeya azadiyê ya rêbertiya xwe fêrî lêgerîna li azadiyê bûne. Me gelek serkeftin bi dest xistine û sira serkeftina me felsefe û nerînên Rêber Apo ye. Em rihê têkoşîna xwe hem di aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ji ramanên wî digirin.

Li ser vî esasî em bang li hemû rêxistin û tevgerên jinan dikin ku bi hemû cureyan şerê sîstemên desthilatdar ên dîktator bikin û têkoşîna xwe hetanî serkeftinê bilind bikin.”

(he)

ANHA