Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Ji dagirkeriya Tirkiyê re…Na`

HEMRÎN ŞÊXO

EFRÎN- Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz û rûspiyê êla El-Bobnî Şerîf Çemo destnîşan kir ku ew ê bersiv bidin dagirkeriya Tirkiyê û kesek nikare îradeya wan bişkîne.

Têkildarî êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê Rûsipiyê êla El-Bobnî Şerîf Çemo ji ajansa me re axivî.

Çemo di destpêka hevdîtina xwe de êrîşên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê li ser herêma Efrînê şermezar kirin û wiha got:ʺ Tirkiyê bi dagirkirina Idlibê re gef li herêma Efrînê dixwe û dixwaze çavê gel bitirsîneʺ.

Her wiha Çemo di nava gotinên xwe de anî ziman ku gelek alî hene destek dan Tirkiyê ku Idlib dagir bikin û ev tişt got:ʺ Gelek komployên navdewletî hene û aliyên dij aştiyê alîkarî dan Tirkiyê ku Idlib dagir bike. Hedefa Tirkiyê û van aliyan diyare ew dixwazin xwe bighînin Efrîn û dagir bikinʺ.

Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê berteka êlên ereban çawa ye, têkildarî vê yekê Çemo wiha got:ʺ Bi navê hemû êlên Efrîn û bi yek dengî em ji dagirkeriya dewleta Tirk a faşist re dibêjin; NA û em bi hev re li hemberî dagirkeriya Tirkiyê şer bikinʺ.

Çemo di dawiya gotinên xwe de wiha got:ʺ Artêşa Tirk bi ketina Efrînê re wê bikeve goleke kûr û nema dikare jê derbikeve. Gelên herêmê xwedî îradeyeke xurtin û kesek nikare îradeya wan têkbibeʺ.

(np)

ANHA