Têkilî | Derheqê me de

Ji Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê peyama Newrozê

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Newroz li hemû gelên herêmê pîroz  kir û got:”Rêya berxwedanê tekane rêya ku azadî, demokrasî û biratiya gelan misoger dike”.

Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

Em Cejna Newrozê ya îsal li gelê xwe yê Kurd û gelên azadîxwaz pîroz dikin. Newroz îsal bi serketinên ku QSD`ê li dijî terorê li Rojava û Bakurê Sûriyê bi dest dixe û gelan ji zilm û terorê xelas dike, hatiye xemlandin. Ev serkeftin bi saya xwîna şehîdan û keda gelên berxwedêr ku ji ber sîstema dewletên desthildar ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn serweriya xwe dimeşînin, gelek êş dîtine.

Gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûn yek û li hemberî zilmê  li ber xwe dan, ev yek bi rêya federasyona qebîleyan û gelan pêk hat û rêgeza azadî û wekhevî ava kirin.

Li Rojava û Bakurê Sûriyê careke din gelên wê li hemberî zilmê û terorê bûn yek û projey federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyê ji bo Sûriyê tevahî ji xwe re esas girt.

Van gelan careke din tekez kirin ku ew naghêjin azadî û mafên xwe bê ku hemû gelên Rojhilata Navîn û taybet gelê Kurd azad bin.

Hêzên  berxwedêr û azadîxwazên Kurdistanê dikaribûn Şoreşa Rojava Kurdistanê birêve bibin û piştre pêşengtiya şoreşa Sûriyê tevahî bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê, kirin. Gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn gihîştin asta zanebûnê û di wê  baweriyê de ne ku rêya berxwedanê tekane rêya ku azadî, demokrasiyê û biratiya gelan pêk tîne.

Şehîd namirin

Bijî Newroz sembola berxwedan û azadiyê”.

(kc)

ANHA