Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji durindeyê rizgar bûn û beşdarî parastina mafên xwe bûn-8

Dîmen

SÎLVA MUSTEFA

HELEB – Salek ji rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê têrê dike ku jin kesayeta xwe ava bikin û azad jiyan bikin. Jinên van taxan ji aliyê şervanên YPJ’ê ve hatin rizgarkirin û ji aliyê Kongra Star ve hatin birêxistinkirin û gihîştin asta ku êdî xwe ji qeydên civakî yên paşverûtî û desthilatdariya baviksalariyê rizgar bikin. Jinên van taxan niha di berxwedan û xwepêşxistinê de bûne mînak.HLB-RAPORA-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELATE-HELEB-ROLA-JINE-LI-WAN-TAXANAN (8)

Piştî salekê ji rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê “Hulok a jorîn, Hulok a jêrîn, Bihêdîn, Şêx Xidir, Şêx Faris, Heyderiyê û Bustan Paşa” û bi berbanga roja azadiyê re jinên van taxan muhra xwe ya taybet li hemû xebatên leşkerî, siyasî, civakî, tenduristî, perwerdehî û xizmetguzarî dan û karibûn xwe ji qeydên civakî yên paşverûtî rizgar bikin û tirsa xwe ya salan di bin serweriya komên çete de bişkînin.

Jinên taxên rojhilatê Helebê di serdema dagirkeriya komên çete de ku şeş salan dom kir trajediyeke giran jiyan kirin û li hemberî kuştin, destdirêjî û kirîn û firotinê rû bi rû man. Di serdema dagirkeriya çeteyan de jin bi destek nan an bi pakêteke titûnê dihatin guhertin û neçar man weke cariye li ba çeteyan û serçeteyan bixebitin. Tevî van hemû serpêhatiyan jinan berxwedana xwe dewam kirin û li hemberî rewşên dijwar li ber xwe dan û li benda rizgariyê diman û di encamê de roja azadiyê li deverên wan hilhat û ji durindeyê rizgar bûn û beşdarî parastina mafên xwe bûn û muhra xwe li hemû aliyên jiyanê dan.HLB-RAPORA-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELATE-HELEB-ROLA-JINE-LI-WAN-TAXANAN (12)

Di vê dosyeyê de piştî salekê ji rizgarkirinê li ser destên Yekîneyên Parastina Gel/Jin (YPG/J) em ê rola jinan di taxên rojhilatê Helebê de û destkeftiyên ku di salekê de bi dest xwe ve anîne vebêjin. Her wiha rola jinan di pêşxistina van taxan de sereke bû û karibû xwe ji hemû qeydan rizgar bikin û tirsa xwe ya li hemberî kevneşopiyên civakî yên paşverûtî bişkînin.

Rewşa bi êş xwe li ser jinan ferz kir û li benda rizgariyê man

Piştî rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê di 28’ê Mijdara 2016’an de ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hate ragihandin, jiyana van heyşt taxan ji nû ve hate vejandin û piştî 6 salên zordariya komên çete li ser jinan û li rex jiyaneke dijwar, jin ji durindeyê hovane rizgar bûn. Rizgarkirina van taxan ne tenê rizgarkirina deveran bû lê belê rizgariya jinan bû ku di derheqên wan de zulmkariyên herî dijwar dihatin pêkanîn. Jinên van taxan du caran rastî trajediyan dihatin, cara yekemîn ji ber ku jinên di civakeke paşverûtî de jiyan dikin ku li ba wan nirxeke hebûna jinan tune ye û cara duyemîn jî ew e ku nexwestin serê xwe ji çeteyan re bitewînin ku jin weke cariye û kole didan xebitandin.HLB-RAPORA-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELATE-HELEB-ROLA-JINE-LI-WAN-TAXANAN (15)

Rizgarkirina van taxan hişt ku jin ji jiyaneke bê wate bêne parastin û derbasî jiyaneke nû hatin kirin da ku kesayeta xwe ji nû ve ava bike û beşdarî avakirina civaka xwe bibe. salek ji rizgarkirina van taxan têrê dike ku jin muhra xwe bi kesayeta xwe ya taybet li hemû aliyên jiyanê bide.

Ji ber zulma li ser jinan ku di bin navên cûda de li ser wan dihat meşandin û bi armanca pêşxistina hişmendiya jinan da ku weke endameke çalak beşdarî avakirina civaka xwe ya azad bibe û bi roleke sereke rabe, rêxistina Kongra Star a bajarê Helebê navendeke tayber bi jinan li van taxên rizgarkirî vekir da ku bibe meqseda jinên ji hemû pêkhate û baweriyan.HLB-RAPORA-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELATE-HELEB-ROLA-JINE-LI-WAN-TAXANAN (16)

Rêxistina Kongra Star a bajarê Helebê dewreyên perwerdeya jinan li van taxên rizgarkirî zêde kirin û gelek pirsgirêkên wan çareser kirin û di 3’yê Adara borî de yekemîn navenda taybet bi jinan li taxa Şêx Faris ava kir. Ji ber serdasna zêde ya navendên jinan sê navendên din ên taybet bi jinan li taxên Şêx Faris, Bihêdîn, Hulok a jorîn û Şêx Xidir hatin vekirin.

Girêdayî mijarê Endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Helebê Fatme Hesen wiha got: “Kongra Star ji destpêka rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê ve heta niha karibû xwe bigihîne piraniya jinên van taxan û xebatên xwe bi rêk û pêk dane meşandin da ku jin ji zihniyeta baviksalariyê bêne rizgarkirin. Kongra Star ev yek jî bi riya gotûbêjên berdewam bi jinan re û dewreyên perwerdekirinê ku ji jinan re hatine vekirin pêk anî û rastiya jinan bi jinên van taxan da naskirin. Ji ber vê sedemê yek ji armancên me yên sereke ew e ku jin vê vê tirsa ku çeteyan di hundirê wê de çandine xilas bibin.”HLB-RAPORA-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELATE-HELEB-ROLA-JINE-LI-WAN-TAXANAN (6)

Bêtirî 945 dozên jinan çareser kirin

Ji ber jiyana di civakeke kevneşopiya paşverûtî de ku têde rola jinan hatiye paşguhkirin û di aliyê oldariyê de jî radîkal in, êşa jinan zêde bûye, riya tekane ji bo çareseriyê ew bû ku navendên jinan bêne vekirin. Di vê derbarê de Fatme Hesen wiha got: “Vekirina navendên jinan ji aliyê jinên pêkhateyên taxên rojhilat ve erênî hate nirxandin û van jinan ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin berê xwe didan van navendan. Kongra Star jî di salekê de karibû 945 pirsgirêkên jinan çareser bike. Piraniya van pirsgirêkan jî girêdayî gengeşeyên hevserbûnê û tundiya li dijî jinan ji aliyê malbat û hevseran ve, pirjinatî û qedexekirina derketina jinan ji malê bûn.”HLB-RAPORA-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELATE-HELEB-ROLA-JINE-LI-WAN-TAXANAN (14)

Jin piştî rizgariyê cûdayî rewşa beriya rizgariyê ne

Piştî salekê ji rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê rola jinan di hemû aliyên jiyanê de gelekî girîng bû, nemaze piştî ku derbasî gelek perwerdeyên Navenda Jinan a Perwerde û Pêşxistina Hişmendiyê bûn û karibûn kesayeta xwe ava bikin û parastina mafên xwe bikin. Di derbarê aliyê civakî de, pêşketineke mezin bi dest xwe ve anî û cihê xwe di hemû meclîsan de girtin û di xebatên civakê de xwedî nêrîneke taybet bû. Her wiha xwe di aliyên fikrî û civakî de jî pêş xistin. Di encamê de Meclîsa Jinan a girêdayî Meclîsa Sûriya Demokratîk buroyeke xwe li taxa Hulok a jorîn vekir û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî li taxa Heyderiyê buroyeke xwe vekir.HLB-RAPORA-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELATE-HELEB-ROLA-JINE-LI-WAN-TAXANAN (10)

Di aliyên xizmetguzarî û aborî de jinan berpirsyariya peydakirina debara malbatên xwe girtin ser milên xwe û ji bo xizmeta civaka xwe xebatên xwe dane meşandin. Jinan di salekê de bi hevkariya Kongra Star du projeyên aborî yên taybet bi jinan li taxên rojhilatê Helebê dane destpêkirin. Jinan bi berxwedana xwe di hemû aliyan de endamtiya xwe ya çalak û sereke di civakê de piştrast kir û êdî rola wê di avakirina civakeke demokratîk û wekhev de sereke ye da ku mafên jinan têde were parastin.

Di vê derbarê de Endama Rêveberiya Navenda Jinan a Perwerde û Pêşxistina Hişmendiyê ya taxa Hulok a jorîn Nesrîn Îd wiha got: “Bi saya fedekariya şervanên YPG’ê û YPJ’ê em ji zordariya komên çete hatin rizgarkirin û bi saya xebatên Kongra Star me hişmendiya xwe pêş xist û me cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de girtin. Rola jinan di rizgarkirina van taxan de gelekî sereke bû û niha piştî salekê jinan gavên mezin ber bi azadiya xwe ve avêtin. Serjimaniyên van xebatan piştrast dike ku jinan hemû qeydên li ser wan hatine ferzkirin şikandine û êdî rastiya xwe baştir nas dikin.”HLB-RAPORA-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELATE-HELEB-ROLA-JINE-LI-WAN-TAXANAN (5)

“Lehengên YPJ’ê ji bo me mînaka herî bilind in”

Piştî berxwedana efsaneyî ya şervanên YPJ’ê li taxên rojhilatê Helebê û alîkariya wan bi jinan re, hişt ku bi dehhezaran jin li hemberî lehengiya van şervanan matmayî bimînin, ji ber ku bi awayekî azad cihê xwe di eniyên pêşîn ên berxwedanê de digirinn û li hemberî komên çete li ber xwe didin û serkeftineke mezin bi dest xwe ve anîn.

Di vê derbarê de welatiya ji taxên rojhilat Celîle Mihemed wiha got: “Êdî dem hatiye ku em xwe rizgar bikin. YPJ’ê em ji destên çeteyan rizgar kirin û jiyana me 180 pileyan hate guhertin êdî me di nava aramiyê û aştiyê de jiyan dikin. Şervanên YPJ’ê ji bo jinên van taxan rizgar bikin canê xwe feda kirin, ji ber vê yekê lehengên YPJ’ê ji bo me mînaka herî bilind û pîroz in.”HLB-RAPORA-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELATE-HELEB-ROLA-JINE-LI-WAN-TAXANAN (9)

Di derbarê heman mijarê de herdu welatiyên bi navên Xade Benan û Narîman Erkan wiha gotin: “Em niha yekemîn salvegera rizgariyê jiyan dikin. Ji bo me ev dîrok bê hempa ye. Tişta ku li ba me xewn bû êdî di rastiyê de em jiyan dikin. Bi saya fedekariya şervanên YPG’ê û YPJ’ê me gavên mezin ber bi azadiyê ve avêtin. Evan hemû serkeftinên hatine bi destxistin jî bi saya xwîna şehîdan û fikra azad a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e.”

(jh)

ANHA