Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji Eyn Îsa 40 jin tevlî YPJ’ê bûn

Dîmen

GIRÊ SPÎ – 40 jinên ciwan ên ji navçeya Eyn Îsayê piştî ku dewreya leşkerî bi dawî kirin, tevlî nava refên YPJ’ê bûn.

Akademiya Leşkerî ya Şehîd Arîn ya navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî ya Herêma Firatê du meh beriya niha dewreyeke leşkerî ya bi navê “Şehîd Argîn” dest pê kiribû.

Ji bo bidawîkirina vê dewreya ku ji 40 jinên ciwan pêk tê, merasîmek hate lidarxistin. Ji fermandarên QSD’ê Cîhan Şêx Ehmed, fermandara YPJ’ê Bêrîtan Şedadê û dehan şervanên YPJ/YPG’ê hazir bûn.BERITAN SEDADE

Merasîm bi toreneke leşkerî destpê kir. Paşê Bêrîtan Şedadê got: “Şervanên me yên ku li ser riya rastiyê û riya şehîdan dimeşin, em bi wan ser bilind in û em ê heyanî dawiyê armancên xwe pêk bînin”.

Paşê şervanan sond xwarin ku wê riya şehîdên azadiyê dewam bikin û xeta wan tu caran bernedin.

Hêjayî gotinê ye ku dewreya “Şehîd Argîn” du mehan berdewam kir û tê de waneyên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.

(bx)

ANHA