Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji fermandariya HPG’ê ya Şengalê û YBŞ’ê daxuyaniya hevbeş

ŞENGAL – Di çalakî û şerên çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de di nav de emîrekî bi navê Ebû Omer 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha 2 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dan.

Fermandariya HPG’ê ya Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê têkildarî şer û pevçûnan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya fermandariya de ev agahî hatin dayîn:

“26’ê Çileyê saet di navbera 17.30 û 19.00’an de hêzên me yên gerîla li derdora Taxa Sûka Jêr du çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di encama van çalakiyan de 2 çete hatin kuştin. Dîsa êvarî saet 20.30’î di encama çalakiyeke sûîqestê de çeteyek hat kuştin.

27’ê Çile îro saet 00.30’an li navenda Şengalê li hember du wesayîtên çeteyên DAIŞ’ê yên di nav tevgerê de çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de ji di wesayîtên ku bi giranî hatin derbkirin windahiyên çeteyan nehatin zelalkirin.

27’ê Çileyê îro, saet di navbera 05.00 û 06.00’an de li derdora Taxa Sûka Jêr komek çete yên di nav tevgerê de ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin. Ji mesafeke nêz ve koma çeteyan a hat ferqkirin bi çekên ferdî BKC û Kleşnikofan bi bandor hatin derbkirin. Li vir bi zelalî 8 çete mirin û çete jî birîndar bûn. Ji çeteyên di nav komê de mirin yek serçeteyê bi navê Ebû Omer e.”

2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Fermandariyê diyar kir ku 27’ê Çile saet 05.00’an li hember hêzên gerîla yên li derdora Taxa Berbiroj bi cih bûne, çeteyên DAIŞ’ê bi çekên êrîş pêk anîne û di vê êrîşa çeteyan de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye. Fermandariyê wiha dewam kir: “Rêhevalên bi navê Erdal Welat (Salman Tolan) û Erdal Aryen (Şiyar Daîmî), rêhevalên me yên mîlîtan ên di têkoşîna berxwedana Şengalê de bi xwedî îdîayeke mezin cihê xwe girtine. Li hember vê wezîfeya dîrokî rêhevalên me yên xwedî hişmendî, zanebûn, fedakarî, biryar û ezmê, bi sekna xwe ya mînak terzê têkoşîna bi israr a mîlîtaniya Apoyî dewrî me kirine. Em soza ku vê wezîfeyê bigihînin azadiya Şengalê didin û diyar dikin ku em ê dilsozê şehîdên xwe bin.”

Hat destnîşankirin ku gerîlayên 27’ê Çileyê jiyana xwe ji dest dane, Salman Talan ê bi nasnav Erdal Welat ê li Mereşê hatiye dinyayê û Şiyar Dîmî yê bi nasnav Erdal Aryen ê li Amedê hatiye dinyayê ye.