Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji hemleya Minbicê bîranînên şervanan

KAMÛRAN XOCE- ŞÎLAN MIHEMED

MINBIC- Hemleya Fermandar û Şehîd Feysel Ebû Leyla ku 73 rojan berdewam kir, şervanên ku di hemleyê de ji canê xwe parçe dane, bîranînên xwe vegotin.

Hemleya Fermandar û Şehîd Feysel Ebû Leyla piştî berxwedaniyeke 73 rojan dewam kir, bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.

Şervanên ku cihê xwe di nava hemleyê de girtibûn, bîranînên xwe yên hemleyê bi ajansa me re parve kirin.

Hassan Ali

Yek ji wan şervanan Hesen Elî ye. Elî ku cihê xwe di nava tabûrên Şemis El-Şîmal de digirt got ku wan ji bendava Rojava (Tişrîn) destbi hemleya rizgarkirina Minbice kirine û wiha pê de çû:ʺ Di gavên destpêke yên hemleyê de û di navbera çend rojan de me hemû xetên parastine yên çeteyên DAIŞ`ê şikandin. Şervan bi heyecan û moralekî bilind bi pêşve diçûnʺ.

Elî dema ku ew û hevalên xwe dighîjin taxa El-Hezawîne ya başûrê Minbicê sivik ji destê û lingê xwe birîndar dibe. Du rojan birînên xwe derman dike û careke din xwe dighîne qada şer ku gihîştiye firina nan a mezin. Çeteyên DAIŞ`ê li pişt wan dizîvirin û nêzî 80-85 çeteyî dikevin gundê Hac Abidîn ê ku berê hatiye rizgarkirin. Elî û hevalên xwe yên ku bi pêşve çûne, ji bo gundê Hac Abidîn paqij bikin, berê xwe didin heman gundî.

Çeteyên DAIŞ`ê gundê Hac Abidîn û gundên derdora wê mayîn dikin. Xaka wê herêmê nerme û çete sûd jê werdigrin. Elî û hevalên xwe dema ku dixwazin gundê Hac Abidîn ji çeteyan rizgar bikin, fêm dikin ku çete gund û derdora wê mayîn kirine. Wext lazime ku şervan li hemberî mayînên çete tektîkan peyde bikin. Hevalên wan bi mayînên çeteyan şehîd û birîndar dibin. Ew û hevalên xwe 3 rojan li ser hevdû bi şev û roj li ber xwe didin. 11 şervanên Şemis El-Şîmal û Elî jî di nava wan de berê xwe didin gundê Hac Abidîn. Di navbera wan û çeteyên DAIŞ`ê de şer giran diqewimê. Yên di şer de biserdikevin Elî û hevalên xwe ne.

Piştî gundê Hac Abidîn paqij dikin, di rizgarkirina bajar de Elî pêlî mayîneke çeteyên DAIŞ`ê  dike û ji lingê xwe bi giranî birîndar dibe.

Ji Bendava Rojava heyanî bajar 18 roj

Şêx Mehmûd de

Şervanê Şemis El-Şîmal Mehmûd El-Şêx jî piştî ku di 18 rojan de ji Bendava Rojava (Tişrîn) dighîjin bajarê Minbicê, çeteyên DAIŞ`ê sivîlan li hemberî wan didin bikaranîn. El-Şêx anî ziman ku çeteyên DAIŞ`ê li kêleka dibistana Adiyat a rojhilatê aş û depoyên genim, sivîl xistibûn çemberê de. El-Şêx û hevalên xwe dema ku hewl didin ku sivîlan rizgar bikin, agahiya wan nîne ku sekvanên çeteyên DAIŞ`ê li ser wê herêmê serwerin û ew ji pişta xwe birîndar dibe.

Yek ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Hemed dema ku alîkariya sivîlan dike birîndar dibe.

Ahmed Hamad

Li gundê Osêclî erebeya sivîlên ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûne û dixwazin xwe bighînin herêmên bi ewle, disekine. Hemed û hevalên xwe alîkariya sivîlan dikin û dema ku dixwazin erebeya sivîlan derbixînin, mayîneke çeteyan ku bin erde, bi wan diteqê. Hemed lingê xwe wenda dike û hevalên wî jî birîndar dibin.

(np)

ANHA