Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji Hevserokatiya Kantonê, peyama Newrozê

GIRKÊ LEGÊ– Hevserokatiya Kantona Cizîrê, cejna Newrozê li tevahî gelên herêmê pîroz kir û banga xurtkirina asta têkoşîna li hember hêzên terorîst û pêşxisina Federaliya Bakurê Sûriya kir.

Bi boneya cejna Newrozê, Hevserokatiya Kantona Cizîrê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li gelên herêmê hate kirin ku ji bo parastina desetkeftiyên şoreşa Rojava yekrêziya xwe xurt bikin.

Daxuyanî wiha ye:

“Gelê kurd li her çar parçeyê Kurdistanê û derveyî wê, cejna Newrozê pîroz dike. Newroz cejna biratî, hezkirin û têkoşîna li hemer zulm û desthilatdarên ku bi sedhezaran sal li beramberî siyastên inkarkirinê rû bi rû mane ye.

Newroza îsal xwedî taybetmendiyeke, bila dirûşmeya me ew e be ku asta têkoşîna xwe ya li hember hêzên terorîst xurt bikin da ku mafên xwe yên rawa bi projeya Fedrasyona Bakurê Sûriyê xûrt bikin.”

Herêmên Bakurê Sûriya bûye mînaka jiyana hevbeş û biratiya gelan. Bi saya xwîna bi hezaran şehîdan ên ku giyanê ji bo serkeftinê feda kirine, ewlehî hatiye bi destxistin.

Bi vê boneyê û j bo avakirina civakeke wekhe, efûyeke giştî hate derxistin.

Herî dawî em hêzên xwe yên di çeperên şer li hember terorê şer dikin, silav dikin û bang li gelê xwe dikin ku yekîtiya xwe xurt bikin û destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin.”

(bb)

ANHA