Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji Hevserokatiya TEV-DEM`ê spasname

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya TEV-DEMʹê saziyên parastinê yên Rojava ku di rojên sersalê de serferber bûn da ku aramî û ewlekariya herêmê pêk anîn, spas kirin.

Têkildarî mijarê Hevserokatiya TEV-DEMʹê spasnameyek ji hemû saziyên parstinê yên Rojava re şand û xebatên wan ên parstinê di rojên serêsalê de erênî û serkeftin nirxand.

Spasnameya Hevserokatiya TEV-DEMʹê wihaye:

ʺEwlehiya mirovan stûneke bingehîn e di hemû civakên cîhanê de, ewlehî erk e û xebateke pîroz e, nexasim li welatên ku li hemberî nakokî û êrîşan rû bi rû dimînin. Çimkî aramî bandoreke mezin li derûniya kesayeta civakê; dike. Li hemû war û welatan lihevkirineke giştî derbarê giringiya ewlehiyê de; heye.

Li ser vê yekê, em weke Tevgera Civaka Demokrat TEV-DEM bi çavekî mezin li xebata hemû hêzên parastinê dinêrin, di serî de parstvanên rûmetê YPG, YPJ, lehengên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî HPC´ê, xebatkarên Trafîkê û hemû endamên Desteya Parastinê.

Hemû hêzên tarî û çeteyên bê sinc, berê xwe dane Rojava û Bakurê Sûriyê her wiha şaneyên razayî yên wan hewl didin ku Rêveberiya Civakî ya gel û netewên Rojava- Bakurê Sûriyê hilweşînin. Lê bi saya xebat, şiyarî û berevaniya hemû beşên hêzên parastinê xaka Rojava bûye mînaka warên bi ewle di tavahiya sînorên siyasî yên Sûrî de.

Lewma bi navê Hevserokatiyê TEV-DEM´ê em sipasiya hêzên berevaniyê dikin, her wiha em xebata we di asta herî bilind dinirxînin, nexasim xebata cejnên seralê ya ku bi aramî derbas bû, û bi hêviya ku ev sala nû 2017 Z , bibe sala çesipandina biratiya gelan û mafên hemû netewên Rojava – Bakurê Sûrî.

Em endamên YPG, YPJ,HPC, Asayîş û Trafîkê yek bi yek spas dikin, ew xwediyên çavên hişyar ên di şevên tarî û sar de parastina civakê dikin da ku gel û zarokên vê civakê di xewa şêrîn de kêfxweş bin.ʺ

(dc)