Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji kantona Hesekê jî 63 mamoste tevlî Hêzên Erka Xweparatinê dibin

HESEKÊ – Bi biryarekê ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê 63 mamoste ji deverên cuda yên girêdayî kantona Hesekê tevlî Hêzên Erka Xweparastinê dibin.

Ji bajarê Hesekê 25, Dirbêsiyê 24 û navçeya Til Temir 14 mamoste bi biryarekê ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya dê tevlî nava Hêzên Erka Xweparastinê bibin. Tê payîn ku dê 15‘ê vê mehê ji bo tevlîbûnê serlêdana Erkan a herêma Cizîrê bikin.

Derbarê mijarê de, Rêveberê Mûdîriyeta Perwerdeyê ya Kantona Hesekê Malik Elî diyar kir ku tevlîbûna mamosteyan ji bo Hêzên Erka Xweparastinê bersiva îdayên ku dibêjin mamoste beşdarî vê hêzê nabin e.

Elî daxuyakirin ku ji bo tevlîbûnê, ew bi mamosteyan re civiyan û şert û mercên tevlîbûnê bi wan dane naskirin.

Mamoste Rizgar Mihemed û Amed Miêş ji bajarê Dirbêsiyê ne û Amed Zavê ji bajarê Hesekê ye diyar kirin ku ew li ser bingehê sozdayîna wan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re beşdarî hêzên Erka Xweparastinê dibin. Mamosteyan gotin erka wan en tenê pênûs e, lê rakirina çekan e jî.

Duh jî 150 mamoste ji kantona Qamişlo beşarî Hêzên Erka Xweparastinê bûn.

(bb)

ANHA

HSK-MAMOSTEN-TEV-LI-ERKA-PARASTINE (1) HSK-MAMOSTEN-TEV-LI-ERKA-PARASTINE (2) HSK-MAMOSTEN-TEV-LI-ERKA-PARASTINE (3) HSK-MAMOSTEN-TEV-LI-ERKA-PARASTINE (4)