Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji ked û tekoşîna wî navê ʹWetenîʹ lê hate kirin!

DOSYA

EHMED REŞÎD

EFRÎN – Kesayeta welatparêz ku bi navê Wetenî dihat nasîn, ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê bedelên herî giran da, jiyana xwe xist xizmeta welatê xwe û zarokên xwe bi hezkirina welat mezin kirin. DOSIYA-EHMED-HIBO-WELATEME2

Kurtejiyana wî

Kesayeta welaparêz Ehmed Hibo (80) ku bi navê Wetenî dihat nasîn, ji gundê Hac Xelîl ê girêdayî navçeya Raco ya Kantona Efrînê ye. 6 zarokên wî yên bi navên ″Azad, Meryem, Xunav, Rustem, Rêzan û Heval″ hene. Xunav û Rustem di destpêka salên1990′î de beşdarî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê bûne  û di sala 1996′an de şehîd bûne.

Hibo di salên 1940′î de dema ku axa Sûriyê ji dagirkeriya Fransayê hat rizgarkirin, navê Wetenî (welatparêz) lê hat kirin û heta dema ku di sala 2005′an de çû ser dilovaniya xwe, bi vî navî dihat nasîn.

Xebata siyasî û naskirina Tevgera Azadiya Kurdistanê

Wetenî ji ciwaniya xwe de dest bi xebatên siyasî kir û Endamê Partiya Demokratîk a Kurdistanî li Sûriyê bû. Di sala 1973′an de jî dema ku kongreya partiyê li Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin, Wetenî biryar da ku xwe ji Endamtiya partiyê bikişîne, ji ber ku dît ku partî ji armancên xwe dûr ket. Tevî hewldanên Rêveberên partiyê, Wetenî  di biryara xwe de îsrar kir.DOSIYA-EHMED-HIBO-WELATEME ‫(136643082)‬ ‫‬

Piştre Wetenî demekê dûrî xebatên siyasî ket û li malê ma. Dema ku PKK′ê di sala 1970′î de hat avakirin, xebatên xwe Ii Kobanê, Efrîn, Rojava û Rojhilata Navîn da destpêkirin, Wetenî di sala 1980′î de bi riya birayê xwe Sebrî Bekir ku hevalê bi navê Xalid bi xwe re anî malê, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir.

Wetenî destpêkê fikirên Tevgera Azadiya Kurdistanê qebûl nedikirin û ditirsiya ku heman tecrûbeya ku di xebatên Partiya Demokratîk a Kurdistanî de pê re derbas bû, dubare bibe. Ji ber vê yekê bi baldarî bi wan re dixebitî. Piştî mehekê Wetenî bawer kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê  di xebatên xwe de cidî ne, ji ber vê biryar da ku careke din beşdarî xebatên siyasî û rêxistinî bibe.

Bingeha tevgerê li Efrînê  ava kirDOSIYA-EHMED-HIBO-WELATEME ‫(136643079)‬ ‫‬

Wetenî bi civakbûyîn û exlaqê xwe dihat naskirin û her kesî jê hez dikir. Her wiha hezkirina wî ji zanistê re, hişt ku piştgiriya rewşenbîr û xwendekarên Kurd bike. Wetenî li piraniya gundên Efrînê geriyaye û li gel pêşengên tevgerê xebatên rêxistinî dane meşandin û bingeha tevgerê li Efrînê ava kir.

Hat girtin û îşkencekirin

Wetenî di sala 1988′an de ji ber zextên istixbaratên hikûmeta Sûriyê neçar ma ku ji welat derkeve û Almanyayê. Lê di sala 1990′î de dema ku vegeriya Sûriyê, ji ber xebatên xwe yên siyasî du caran ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hat girtin. Wetenî di girtîgehê de rastî lêdan û îşkenceyê hat. Wetenî di salên 19970′î de dema ku Endamê Partiya Demokratîk a Kurdistanî bû, hat girtin rastî îşkenceyeke giran hat.

Tevî nexweşiyê têkoşîna xwe domandDOSIYA-EHMED-HIBO-WELATEME ‫(136643077)‬ ‫‬

Wetenî tu carî di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de bi berjewendiyên xwe yên kesayetî nedikirî û tevî nexweşiya xwe, têkoşîna xwe li ser esasê felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan domand û riya pêşengên tevgerê şopand.

Wetenî rojên xwe yên dawiyê li nexweşxaneyeke bajarê Helebê derbas dike û roja 22`ê hezîranê 2005`an jiyana xwe ji dest dide.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi alîkariya Şaredariya Gel a kantona Efrînê ji bo bîranîna Wetanî peykerê wî li çerxeriya bi navê wî (Çerxeriya Wetanî)  ya bajarê Efrînê bi merasîmekê, danîn.

(mm)

ANHA