Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji kevntirîn pîroziyên civaka Êzidî: Cejna Patîzmê

Dîmen

RÊNAS REMO

QAMIŞLO – Yek ji kevntirîn cejnên ku li gel civaka Êzidî tê pîrozkirin Cejna Patîzmê ye. Rê û resmên vê cejnê ku ji nifşekî derbasî nifşekî bûne heta roja îroyîn têne pîrozkirin.QAMISLO-GAJNAEZIDEA (2)

Cejn û pîrozbahiyên civaka Êzidî pir û kevnar in. Civaka Êzidî tevî êrîş û fermanan ku bi serê wê de hatiye jî dîsa ev rê û resm parastiye.

Welatiyên Êzidî yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê di roja îroyîn de bi awayekî azad û serbest cejnên xwe pîroz dikin.

Cejnên Êzidiyan girêdayî xwezayê ne û demên wan cejnan jî li gorî hatina demsalên zivistan, buhar û çandiniyê hatine diyarkirin.

Cejna Patîzmê di dawiya hefteya duyemîn a piştî sersala mîladî ango di 14’ê meha çile tê pîrozkirin.

Li gorî cem Êzidiyan gotina “patîzmê” tê wateya ku di vê rojê de ferîşte, gerdûn û ronahî hatine çêkirin û wekî serê sala rojhilatî tê naskirin.

Ji nava civaka Êzidî eşîreyên Çêlika vê cejnê pîroz dikin. Pîrozbahiyên vê cejnê hefteyekê dirêj dikin, ji roja yekşemê hetanî yekşemê bi rê û resmên cuda dewam dike.

Roja yekê ya cejnê jê re “Cilşo” tê gotin. Welatiyên Êzidî di vê rojê cilên xwe dişon û malên xwe ji bo cejnê amade dikin. Qebîle û eşîreyên Daska yên Êzidî jî li kesên xizan û cîranên xwe xêrê belav dikin.QAMISLO-GAJNAEZIDEA (3)

Di rojên duyemîn û sêyemîn de ji bo miriyan xêr tê dayîn. Hin kes bi cil û bergan û hin jî bi xwarinê ji bo miriyên xwe xêran belav dikin. Li gorî baweriya Êzidî, ev xêr bi kesên mirî re dibin alîkar ku derbasî buhiştê bibe.

Roja çaremîn jê re “Pezgoran” tê gotin. Di vê rojê de jî welatiyên Êzidî li gorî rewşa xwe ya aborî pez serjê dikin û belav dikin. Serê pez û stûyê wan jî heta roja dawî ya cejnê tê hiştin. Welatiyên Êzidî dibêjin “Ev para rojê ye”.

Yek ji rê û resmên Cejna Patîzmê jî çêkirina çira ye. Welatiyên Êzidî cawekê spî û paqij dixin nava rûn û xwê lê dikin heta ku bibe mîna findê. Di roja pêncşemê jî malbat li hev dicive û ev find têne vêxistin, hêvî û dûa têne kirin.

Naneke taybet ku ji ard, şîr û rûn tê çêkirin li gel Êzidiyan jê re “Xora” tê gotin. Di rojên cejnê de ev nan jî tê amadekirin.

Roja 5’an a vê cejnê “Roja Gerê” ye. Di vê rojê de zarok li nava malan digerin, şêranî û diyariyan werdigerin. Kesên din jî li nava cîran û xizmên xwe digerin.

Roja şeşemîn ji bo behnvedanê ye. Welatiyên Êzidî piştî ewqase westîn di vê rojê de behna xwe didin û xwe rihet dikin.QAMISLO-GAJNAEZIDEA (1)

Di roja 7’an de mal tê paqijkirin. Di roja 4’an de dema ku pez hatin serjêkirin û goştê wan li cîran û kesên xizan hatin belavkirin tenê ser û stûyê pez hatibûn hiştin. Di roja 7’an de ser û stûyê pez ji bo xwarinê tê amadekirin û nabe ku di vê rojê de karekî normal mîna cotkariyê an jî karekî din were kirin.

Roja dawî ya vê cejnê ango roja yekşemê serê salê ye. Di roja dawî de welatiyên Êzidî serdana hev dikin û serê salê li hev pîroz dikin. Dema ku diçin cem hev dibêjin “Sersal û patîzmiya we pîroz be.

(he)

ANHA