Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji KNK‘ê banga beşdarbûna çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê

NAVENDA NÛÇEYAN- Konseya Rêveber a KNK‘ê komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û bang li hemû Kurdistanîyan kir ku beşdarî protestoyên komploya 15‘ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşerîya doza Kurd û Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin.

Bi rasthatina 15‘ê Sibatê roja komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyeke da.

Daxuyanî wiha ye:

Em Komplo û Bêdadîya 15ê Sibata 1999‘ê, ya di şexsîyeta birêz Abdullah Ocalan’de li ser hereketa azadîya Kurdistanê hatî meşandin, bi tundî şermezar dikin.

Di 15‘ê Sibata 1999‘ê de bêdadîyeke mezin hate kirin. Mezinîya wê bêdadîyê di karaktera wê bûyer û kiryarê de tê dîtin. Li milekê mezinekî xelkê Kurdistanê û serokê PKK‘ê Birêz Abdullah Ocalan, li milê din dewleta dagîrker a Tikriyê û dewletên tifaqdar ên wê li dinyayê. Birêz Ocalan doza azadîya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgarîya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wê yên dinyayê lê hatin xezebê û xwastin dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê çik bikin. Ne wijdan, ne insaf, ne mafên mirovî, ne huqûq, ne dad û dadyarî û nejî ehlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî Kurd, ku ji bo wijdan, huqûq, dad û dadyarîyê, bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovî xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jîyanê lê heram bikin.

Tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên dinyayê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yêkîtiya Ewrûpayê, Yewnanistan û heta Rûsyayê û Israîl, Misir û Kînya jî pê re, di xeta neheqî û bêdadîyê de bûne rêz û ji bo berjewendîyên xwe, temamî normên mirovî û ehlaqî binpê kirin û bi leyiz, entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê Yêkîtîya Ewrûpayê, Yewnanistanê bû, bi hîlebazîyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiya kirin.

Prosesa komployê bi zelalî nîşan da ku ev merkezên bêdadîyê negihiştin meqseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neyînan. Li hêvîyê bûn ku PKK‘ya ku pêşengîyeke radîkal a bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav be, an jî qet nebe gelek lawaz be. Di midehê van 18 salan de çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Ne Birêz Ocalan têkoşîna xwe hêla, ne jî xelkê Kurd û Kurdistanîyan dest ji doza xwe kirin. Bersiva xelkê Kurd her di wê sala komploya 15‘ê Sibata 1999‘ê de jî gelek xurt bû. Di hilbijartinên navçeyî yên Adara 1999‘ê da li Kurdistanê hejmareke mezin ya şehridarîyan qazanc kirin. Di serî de şehridarîya Amedê standin û her hingê komplo vala derêxistin.

Ew roj yek û îro du, dijmin û hevalbendên wan şkestin lê têkoşîna Ocalan û ya xelkê Kurd bi serket. Van 18 salan ew rûreş kirin, lê Ocalan û xelkê Kurd rûspî kirin. Di 18 salan de heqîyê, dad û dadyarîyê zora neheqî û bêdadîyê bir û di encamê da Ocalan, PKK‘ê û pêkve xelkê Kurd têkoşîna xwe anî merheleyeke bilindtir ku îro ji hemî deman xurttire.

Niha jî dewleta dagirker ya Tirk, ne tenê êrîşê hêzên çekdar dike, di heman demê de êrîşê hemî destkeftiyên gelê Kurdistanê dike. Dest datîne ser şaredarîyan, parlamenter, şaredar û di hemî astan da siyasetmedaran digre. Bi vî rengî dixwazi Gelê Kurdistanê bitirsîne, berxwedan û vîna Gelê Kurdistanê bişkêne. Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her weha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dijminatîya Kurdan dike. Di warê navneteweyî de hewl dide ku Kurd neyêne naskirin, li ser erdê jî dijminên Kurdan destek dike. Niha jî bi awayekî fîlî Roavayê Kurdistanê dagir dike. Bila dewleta Tirk bizane, Gelê Kurdistanê weke berîya 18 salan çawa li ber xwe da, çawa komploya navneneteweyî vale derxist, îro jî li ber xwe dide, wê heta dawîyê jî ber xwe bide û van êrîşên hovane wê bişkîne û wê welatê xwe azad bike.

Di van 18 salan de, dijminan û hevalbendên wan nekarîn ne Ocalan, ne jî doza Kurdistanê tesfîye bikin. Hewildanên wan ên bi vî rengî daîm bi têkoşîna yêkgirtî ya xelkê Kurd belav bûn. Merkezên fitne û fesadê berî 18 salan jî ev êrîşkarîya xwe ya neyarane kirin û serê wan bi zinarên Kurdistanê ket û mejîyê wan belav bû. Vê carê jî dê wisa li wan bêt. Kurd û Kurdistanîyan di midehê van 18 salan da têkoşîna xwe bilind kirine, yêkîtiya xwe mezintir kirine, plan û projeyên têkbirina şoreşa Kurdistanê serûbin kirine, propagandayên kirêt û ne ehlaqî tarûmar kirine.

Gelê Kurdistanê, bi tecrubeya salan qîmetê pêşeng û mezinên xwe yên têkoşîn û bedelên giran dayî dizanin, rêz û hezkirina xwe ya digel rêber û rêvebirên xwe hardaîm nîşan didin, li dora partî û hemû organîzasyonên xwe yên ku doza Kurdistanê bi serbilindî didomînin kom dibin û di çarçoveya yêkîtîya neteweyî û welatî da têkoşîna azadî û rizgarîyê bilind dikin û ev pozisyona berxwedanê dê heta serkevtina mezin dewam bike.

KNK‘ê di salvegera komploya 15ê Sibatê da careke dî bangî hemû Kurdistanîyan dike ku li welat û li her cihên lê, hawar û gazîya xwe ya têkoşîna ji bo azadîya Birêz Ocalan û rizgarîya Kurdistanê bilind bikin, yêkîtîya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermizar bikin.

KNK‘ê herweha bangî hemû Kurdistanîyan jî dike ku beşdarî protestoyên komploya 15ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşerîya doza Kurd û Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin.