Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji koçberiya salan vegeriya û bû şoreşger

ALVA OSÊ

REQQA- Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Firat Batman bi eslê xwe kurde û nasnemeya Siwêdê pê re heye. Firat Botan got ku cûdahiya di navbera hemû şoreşên cîhanê û şoreşa Rojav de ew ku jin li vir pêşengtiya şerê terora herî xeta a cîhanê dike.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Firat Batman (34) bi eslê xwe ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye,  di 2 saliya xwe de koçî Siwêdê kir û li dibistanên wê xwend. Fêrî zimanê Ingilîzî, Elmanî, Kurdî û erbeî bû ye.

Batman bi destpêka şoreşa Rojava re serkeftinên ku hêzên YPG/YPJʹê di Şroeşa Rojava de bi dest dixistin dişpoand. Xalê wî Firat di êrîşa komên çete ya li ser bajarê Serêkaniyê Şehîd bû. Batman bi vê yekê pir bi bandor bû û biryar da ku vegera Rojava û li pey tola gelê xwe bike. Botan li vir biryar vegera Rojava  û xwest bibe beşek ji serkeftiyên têne jiyankirin.

REQ-NERINA-SERVANEK-SER-SORESA-ROJAVA (2)

Firat Batman niha di Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de cih digire û di çeperên herî pêş de şerê komên çete yên DIAŞʹê dike û mil bi mil tevlî şervanên din ên QSDʹê derbeyên giran li çeteyan dixwîne.

Firat Batman têkildarî vegera xwe ya Rojava got ku ew vegeriya welatê xwe da ku şerê komên çete yên li ser navê Islamê şerê mirovahiyê dikin, bikin û got ku wî Rojava tenê di riya Internêtê naskiriye û bi serkeftinên ku hêzên YPG/YPJʹê bi dest xistine gelekî bi bandor bû ye. Firat Batman, da zanîn ku li derve bû lê her kêliyekî li Rojava jiyan dikir û ji ber vê yekê biryara vegerê da.

Navê Xalê xwe yê şehîd vejîn kir

Firat Batman da zanîn ku wî pir ji xalê xwe yê Şehîd Firat Roj ku li Serêkaniyê şehîd bû hez dikir û bi berxwedana wî bi bandor bû û got ku ji ber vê yekê wî xwest ku navê xalê wî her dem di nav berxwednaê de bebe û niha navê wî rakiriye.

Firat ê ku niha di eniyên şer de riya xalê xwe yê şehîd dişpîne li ser cûdahiya di navbera Şoreşa li Rojava û şoreşên din ên cîhanê jî axivî û got ku Şoreşa Rojava ji hemû şoreşên cîhanê cûdtire. Firat Batman da zanîn ku cûdahiya li vir ew e ku jin serkêşiya şerê terora herî mezin a cîhanê dike û parstina mirovahiyê dike. Firatê şervan bi ruwekî ken got ku Jinên Rojav di hemû cîhanê de denvedane û bûne mînaka hemû jinên tekoşer.

Muheqeq serkeftin para me ye

Şervanê Oeya Çalkiyan a Xezeba Firatê Firat Batman di dawiya axafitna xwe de got ku muheqeq serkeftin para hêzên QSDʹê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺEm ji bo pêkanîna edalet û demokrasiyê ji hemû gelê Sûriyê şerê çeteyan dikin. Berdêla wê çiba bela bibe, em ê serkeftinê pêk bînin.

(dc)

ANHA