Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji Koordînasyona Rêveberiya Xweser peyama Newrozê

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cejna Newrozê li gelên cîhanê pîroz kir û got ʺBila ruhê Newrozê bibe bingeha avakirina Konfedraliya Rojhelata Navîn.ʺ

Bi nêzîkbûna  cejna Newrozê re Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyaniyek nivîskî weşand û cejna Newrozê li gelên Rojava û Cîhanê Pîroz kir.

Daxuyaniyî wiha ye:

Gelê Rojava Newoza îsal di rewşeke girîng de pêşwazî dike. Di vê demê de hêzên me li dijî hêzên tarî yên ku DAIŞ û xwişkên wê nûnertiya wan dike serkeftinên mezin bidest dixin, da ku gelê Rojava û hemû gelê herêmê ber bi vejîneke nû ve herin. Bi vê yekê rihê Newroza berxwedana li dijî tarîtiyê û desthiladariyê pêş dixin. Vaye meşeleya Kawayê Hendem bi ronahiya xwe tarîtiya ku bi salane ji ber zihniyeta paşvero ya desthiladarên ku gelên Kurdistan û Mezopotamiya xistibûn bin serweriya xwe, ronî dike.

Ev vejîna nû di encama nirxên demokratîk û biratiya gelan ku nûnertiya vîna serkeftina hevbeş ya eniyên parstina mirovahiyê, pêk hatiye. Di encama vê berxwedanê de kesên demorkaîtk ku baweriya wan bi biratiya gelan û nirxên demokratîk tê ji hemû alien cîhanê hatin û tevlî Şoreşa Rojava bûn. Şoreşa ku gelê kurd çirûska wê pêxistin û mezin kirin. Şoreşa ku hemû beşên civakê bi hemû mezheb, netew û olên wê bi yek destî anî gel hev û li dijî terorê û hêzên pişgiriya wan dikin banga şoreşê kirin û ev şoreşa bi nirx mezin kirin.

Em wekî Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk di dema em Newrozê bi rihê berxwedana Şengal û Bakur pêşwazî dikin, ev Newroza gelê kurd, hemû pêkhateyên Rojava û cîhanê bi germahî pîroz dikin. Bi vê boneyê di serî de em Newrozê li şervanê xwe yên di eniyên şer de ne ku her yek ji wan bûye Kawayê Hesinkar û Mazlûm Dogan pîroz dikin.

Bi vê boneyê careke din em hemû Şehîdên Azadiyê yên Rojava û Cîhanê bibîr tînin û em soz didin ku heta pêkanîna roja nû em ê her dem şopdarên riya wan bin. Heta pêkanîna biratiya galan a ber bi avakirina Sûriya Fedaraliya Demokraîtk soz didin ku em ê riya wan bişopînin. Em dibêjin ku dê rihê Newrozê bibe bingeha avakirina Konfedraliya Rojhilata Navîn.

(rr/dc)

ANHA