Têkilî | Derheqê me de

Ji malbata têkoşer Lewend Tokil re sersaxî

Dîmen

TIRBESPIYÊ –  Şêniyên Tirbespiyê û şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji malbata têkoşer Lewend Tokil re sersaxî xwestin.

Gelê herêmê û şandeya rêveberiyê tevî endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo sersaxiyê çûn serdana konê sersaxiyê yê ku li gundê Tokil ê Tirbespiyê hatibû vedan û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Şande li bin kon, deqeyeke rêzgirtinê rawestiya. Paşê Endamê Meclîsa xeta Aliya Hisên Fesîh, Endama Meclîsa Tirbespiyê Hediye Şemo, Endama Kongreya Star Hiweyda El-Nedas û Endamê HPC’ê Ebdullxenî Silêman, axivîn.

Axaftvanan bal kişandin ser mezinbûna nirxê şehadetê û rola şehîdan di destxistina deskeftiyên şoreşê de.

Lewend Tokil di hemleya Xezeba Firatê ya li gundewarên Reqqayê jiyana xwe jidest dabû.

(ne)

ANHA

TIR-KONIE SER SAXI (7) TIR-KONIE SER SAXI (6) TIR-KONIE SER SAXI (5) TIR-KONIE SER SAXI (4) TIR-KONIE SER SAXI (3) TIR-KONIE SER SAXI (1)