Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji Melcîsa Sivîl a Reqqayê daxuyaniya girîng

REQQA – Meclîsa Sivîl a Reqqa bang li hemû welatên cîhanê kirk u alîkariya koçberên ku ji ber çeteyên DAIŞʹê malên xwe terik kirine, bikin.

Meclsîa Sivîl a Reqqayê diyar kir ku di nava çend rojên derbasbûyî de zêdeyî 10 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in ji herêmên di bin dagirkiriya çeteyên DAIŞʹê koçber bûne û xwe spartin herêmên ku ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqqayê ve têne birêve birin.

Meclîsa Sivîl a Reqqayê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û bang li hemû welatên cîhanê kir ku alîkariya welatên ku ji ber zordariya çeteyên DAIŞʹê malên xwe terik kirine  û koçberbûne bikin.

Daxuyaniya Melcîsa Sivîl a Reqqa wihaye: ʺTevlî kêfxweşiya gelê me û cîhanê bi serkeftinê ku hêzên QSDʹê bi dest dixin û rojane gundan û bajarokên girêdayî Reqqayê ji komên çete yên DAIŞʹê rizgar dikin, lê ew ji nirxên vê serkeftinê xafilin, beşek mezin ji şêniyên gund û bajarên Reqqayê koçber bûn û berê xwe dane herêmên bi ewle. Ji bilî wan beşek mezin ji dilê bajarê Reqqayê ji ber kiryar û zulma çeteyên DAIŞʹê malên xwe terik dikin û koçber dibin.

Meclîsa me û tevlî hemû bê imkanan hin kapên koçberan ava kirin û li ser kar û xebatên wan disekine. Lê hejmara koçberên têne herêmên bi ewle gelekî zêdebûye. Di nava çend rojên dawî de zêdeyî 10 hezar koçber gihiştin herêmê. Ev hejmar zêdeyî imkanên Meclîsa mene. Ji ber vê yekê em wekî Meclîsa Sivîl a Reqqayê bang li delwetên cîhanê, rêxistinên mirovî û desteyên NY dikin ku erka xwe pêk bînin û alîkariya koçberan bikin. Alîkariyan ji gelê me ku ne layîqê jiyana niha tê de ye bike, gelek nexweşiyên ku belav dibin wan xistine metirsînê, bela baş bizanin ku şêniyên Reqqayê li şûna hemû cîhanê, heqê şerê wan ê li dijî komên terorist didin.ʺ

ANHA

مجلس الرقة المدينة يناشد لتقديم المساعدات للنازحين (1)