Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji pêkhateyên Hesekê li hemberî tevliheviyan banga yekîtiyê

HESEKÊ–  Nûnerên rêxistin, êl û saziyên civakî  yên bajarê Hesekê banga yekîtiyê li hemberî hewldanên tevliheviyê kir.

Bi înîsiyatîfa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca gotûbêjkirina rewşa dawî ya ku bajarê Hesekê tê de derbas dibe û xurtkirina xebatên yekîtiya di nevbera hemû pêkhateyan de,  bi nûnerên rêxistin, êl û saziyên civakî  yên bajar re civînek hate lidarxisit.

Di civînê de nûnerên Meclîsa Biratiya Gelan, Meclîsa Elên Kurdî, Meclîsa Şêwirmediyê ya pêkhateyên bajarê Hesekê, nûnerên pêkhateyên Suryanî,  Partiya Yeekîtiya Demoratîk (PYD), êlên pêkhateyên ereb ên wekî Begara, Şûmer, Cibûr û kesayetêm olî û serbixwe jî amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdulselam Ehmed axivî û rizgarkirina Konbanê pîroz kir û got “Rizgarkirina Kobanê vekirina Rêveberiya Xweseriya Demoratîk li ser Cîhanê ye”.

Ehmed di axaftina xwe de  êrîşên ku li ser bajarê Hesekê ji aliyê rêjîma Baas hate kirin nirxand  û got:” gelek aliyan xwest mozayîka ku gelê Hesekê li ser esasê jiyanan Hevbeş tevdigere  têk bibin, lê hemû lewldanên wan bi saya zanestiya gel û hevgirtina xwîna ciwanên wê bi hemû pêkhateyan têk çû”.

Di civînê de gelek axaftinên din hatin kirin ji aliyê  Endamê  Desteya Serokatiyê ya Meclîsa  Biratiya Gelan EBdulfetah Fatimê, Endamê Meclîlsa Êlên Kurdî Fewaz Bengo, Endamê Saziya Zanist û Raman Azad Azad Silêman, Rûsipiyê Êla Begara Welîd Beyaa, Endamê Meclîsa Zagonsaz a hêrêma Cizîrê Ekrem Mehşûş, nûnerê pêkhateyê Suryan Ebdulehed EL_Heno û Serokê Komîteya Zaniyarên ola Islamî  yl bajarê Hesekê Şêx Mihemd Ebdulezîz.

Di axaftinan de rizgarkirina Kobanê  hate pirozkirin û banga yekîtiya û parastina jiyana hevbeş li hemerî hemû hewldanên tevliheviyê hate kirin.

Ji aliyekî din ve Fernemdarê YPG‘ê Lewend Rojava armanca êrîşên rêjîma Baas li ser Hesekê şîrove kir û diyar kirk u Hikûneta Suriyê û Îran xwestin di riya êrîşên xwe de li ser Hesekê aştiya navxweyî ya di navbera gelê Hesekê de bişkîne û têkçûna van êrîşan dest nîşan kir.

Di axaftinan de rola YPG/YPJ‘ê di parstian hemû gelên herêmê de bê cudayekî di navbera pêkhateyê wê de.

Endama  Rêveber a TEV-DEM‘ê Nûjan Hesen jî banga yekîtiyê û parastina jiyanan hevbeş  li hemberî hemû êrîşan kir.

Di dawiya axaftina xwe de Hesen girîngiya kordinekirina xebatên hevbeş li dijî hemû hewldanên  têkbirina Rêveberiya Xweseriya Demoratîk anî ziman.

(bb)

ANHA

HSK-CIVINA-TEVDEME-U-RUSPIYEN-BAJARE-HESEKE-5 HSK-CIVINA-TEVDEME-U-RUSPIYEN-BAJARE-HESEKE-4 HSK-CIVINA-TEVDEME-U-RUSPIYEN-BAJARE-HESEKE-3  HSK-CIVINA-TEVDEME-U-RUSPIYEN-BAJARE-HESEKE-1