Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji pêkhateyên Minbicê nameyên pîrozbahiyê

MINBIC ji hemû gelê Bakurê Sûriyeyê re rêkirin û banga Newrozeke azad û geş kirin.Pêkhateyên bajarê Minbicê ku îroj Newroz pîroz kir, name pîrozbahiyê

emel

Jina Tirkmen Emel Dade ku endama Dîwana Meclîsa Zagonsaze destnîşan kir ku dixwaze bi vê boneyê Newroza hemû pêkhateyan pîroz bike û destnîşan kir ku ev Newroz ne tenê ya Kurdane, lê ya hemû pêkhateyên wê ye (Kurd, Ereb, Çerkez û Tirkmen) û got:ʺ Minbic niha xurtire û tijî kêfxweşîʺ.

Ebdo Mistefa

 

Ji pêkhateya Kurd jî, Ebdo Elî Mistefa Hevserokê Komîteya Hundirîn derbarê Newroz piştî çend salan de  wiha got “piştî rizgarkirina ji zulmê, ev cara yekemîne ku em Newrozê pîroz dikin, cejna Newrozê li hemû gelê cîhanê û gelê Kurd pîroz be, Newroz Minbicê ya hemû gelan e, Newrozeke bi hemû çandan derketiye pêş. Em Newrozê li Rêber APO jî pîroz dikin û hêviya me ew e ku sal bi sal pêş bikeve.”

ibrahîm qetfan

 

Dîsa Hevserokê Meclîsa Rêveber a bajarê Minbicê jî Ibrahîm Qeftan ji qada Newrozê ev gotin kirin “Her sal hûn şad bin, hemû gelên azad bi xêr bin, em di vê rojê de, roja Newrozê û nûbûne de bang li hemû gelan dikin ku destek bidin hevdû û di azadiyê de yek dest bin. Na ji zulmê re, na ji zulmê re, na ji zulmê re, em dixwazin Newroz bi salek nû û bi geşkirinek nû re pîroz bikinʺ.

Ebû Emced

Her wiha Endamên Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya bajarê Minbicê Ebû Emced jî bi van gotinan nameya pîrozbahiyê ji gelê Bakurê Sûriyeyê re rêkir “Bi navê fermandariya Meclîsa Minbicê em Newroz gelê Minbicê û hêzên wê yên leşkerî ji bo vê rojê pîroz dikin. Vaye bajarê Minbicê piştî çar salan ku ji Newrozê mehrum bû, îroj bi hemû pêkhateyên xwe pîroz dike, ev e rengîniya Minbicê ye.

Em dîsa hemû gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi boneya vê rojê pîroz dikin. Newroz îroj jî nameyek ji hemû hêzên terorîs re bû ku Minbic tu caran dê bi êrîşên wan bandor nebe.”

(ekîb)

ANHA