Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji recimkirine natirse û tola wê tê rakirin

Dîmen

WARŞÎN SALIH

TEBQA- Di wextê ku çeteyên DAIŞ bi hêz bû û bajar li ser bajar dagir dikir dayîka Şemsa ji wan re got:ʺEz ji wan natirsimʺ.

Çeteyên DAIŞ`ê bi hewayê artêşeke ku ticarî têknaçin, teknîk û hejmara wan zêde ye û dikarin hemû cîhanê bi carekê ve biqurpînin, herêmên Sûriyeyê dane ber xwe. Sala 2014`an bajarê Tebqayê ku girêdayî Reqayê ye yek ji bajarên ku çeteyên DAIŞ`ê dagir dikin.

Destpêke êrîşî jin dikin

Sala 2014`an demeke dirêj ku li ser dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê ya bajarê Tebqayê derbas nebibû li hemberî çand, exlaq û baweriya gelê Tebqayê destbi hemleyê kiribûn. Dixwestin ku modêla dagirkeriya xwe li ser civakê ferz bikin. Ji bo vê yekê bikin çi zarok, keç an jin be, berê xwe didin wê.

Dayîka Şemsa jî yek ji qurbaniyên zîhniyeta dagirkeriyê ya çete a li ser jin bû. Bi ser malbata wê de digrin. Wê, kur û hevjînê wê digrin û dibin Reqayê. Hevjîn û kurê wê serbest berdidin, Şemsa jî wê bi şertê ku keça wê were şûna wê, serbest were berdan.

Hisên Hisên kurê dayîka Şemsa yê mezin anî ziman ku çeteyên DAIŞ`ê bi şev û roj, dev ji wan bernedidan. Êdî wan nikarîbû ji mala xwe derbikevin, ji xwe derketina derveyî bajarê Tebqayê jî li ser herkesî qedexe kiribûn.

Şûna keçê dayîkê dibin

Hisên û bavê xwe hewldidin ku dayîka wî serbest berdin, nikarin, ev gotinên Hisên ên:ʺÇete ji bavê min re gotin:ʺ Heyanî keça te neyê em hevjîna te serbest bernadinʺ tê wateya kesek nikarîbû li hemberî çeteyên DAIŞ`ê derbikeve. Bav jî wiha bersiv dide çeteyên DAIŞ`ê:ʺ Dema keça min bihîst hûn lê digerin ew reviya Şamêʺ. Çete dîse qebûlnakin ku dayîka Şemsa serbest berdin.

Zagonên DAIŞ ên kîjan demê ne?

Dayîkeke temenê wê 53 salî ye; mehek û nîv bê navber ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve tê işkence kirin.

Dema ku hevjîn û zarokên wê lê dipirsin herkes dibêje agahiya me jê nîne. Herî dawî çeteyên DAIŞ`ê ji wan re wiha dibêjin:ʺ Derbare dayîka we de dadgehê biryar girt û divê hûn werin amade bibinʺ. Li ser gotina wan Hisên, bira û bavê xwe diçin bajarê Reqayê.

Bêbextiya li ser jin…..

Hisên ku tevî bav û birayê xwe diçin bajarê Reqayê dayîka xwe dibînin û kêliyên ku bi dayîka xwe re derbas kirin wiha got:ʺ Me dît çete hezar tuhme avêtine ser dayîka min. Dayîka min bi tuhmetên weke zîne, dev ji olê xwe berdaye û sîxurtiyê dike, tewambar kirine. Ez, bira û bavê xwe em çûn serdana dayîka min, ew kiribûn girtîgeheke bin erd û nêzî 15 jin bi wê re hebûn. Bi dehan tuhme avêtibûn ser her yekê ji wan jinan. Ez, bira, bav û dayîka xwe em li odeyekê bi hev re rûniştin. Dayîka min digrî û ji qehran re direcifî. Nikarîbû bi me re baxive. Min her jê dipirsî çi li te kirine, çi ji te re gotine? Bersiva me nedida.

Dayîka min lingê xwe şanî bavê min kir û jê re got:ʺ Ka lê binêre çawa li min xistineʺ û li ser pişta wê jî derbeyên işkencê û lêdanê hebûnʺ.

REQQA-DAYIKA-SEMSA ‫(1)‬ ‫‬

`Ez ji wan natirsim`

Di berdewamiya gotinên Hisên de wiha hat gotin: ʺHerî dawiyê hukmê recimkirine dane dayîka min. Xwişkên min wan jî xwestin cara dawiyê biçin dayîka min bibînin. Em hemû malbat çûn gel dayîka min. Dayîka min berxwedêr bû, neditirsiya û ji me re got:ʺ Ew ji xwedê natirsin, ez jî ji wan natirsim. Ez bêsûcim û inşalah wê xwedê min şehîd qebûlbikeʺ gotina wê ya dawiyê dîse ev bû:ʺ Ez ji wan natirsimʺ.

Ji recimkirine jî natirse

Keça dayîka Şemsa Xedîce Hisên ku temenê wê 17 salî ye ji bo dîtina cara dawî ya dayîka xwe wiha got:ʺ Dayîka min berî ku were girtin ew li ser xwe bû, min dema wê dît zeyîf bibû û hatibû guhertin. Du çete li ser serê me sekinîbûn, nehiştin em zêde dayîka min bibînin. Me ji dayîka xwe re got: ʺHukmê te recimkirineʺ wê ji me re got:ʺ Ne, tirsinʺ. Dema ku birayê min ê biçûk hembez kir, birayê min tirsiye û dayîka min nasnekir, tenê got:ʺ Tu ne dayîka minîʺ.

Li pey dayîkê 3 kur

Kurê soza tolrakirina dayîka xwe dayî Zên Hisên buyera recimkirina dayîka xwe wiha got:ʺ Li vêderê dayîka min recim kirin, ew xistibûn nava betaniyê de. Derdora 20 kesan li ser serê dayîka min kom bibûn. Destpêke kevir avêtin dayîka min, piştre jî çete ji cadê kevir rakirin û li serê dayîka min xistin, heyanî ku mejiyê wê rijiya erdê. Em jî li vêderê sekinîbûn, me nikarîbû em dengê xwe bikinʺ.

Piştî ku dayîka wan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve tê recimkirin Zên, Ebdulrehman û Ebdulqadir her sê kurê wê soza tolrakirina dayîka xwe didin û tevlî QSD`ê dibin. Zên ku tevlî her du birayên xwe tevlî hemleya rizgarkirina Reqayê bûne wiha got:ʺ Ez û du birayên xwe ev bûye 6 meh ku em tevlî hemleya rizgarkirina Reqayê bûne. Em ê tola bav, dayîk, ap û kurê apê xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rabikinʺ.

Bi kîjan tuhmetê dayîka Şemsa digrin

Dayîka Şemsa û keçeke xwe diçin dikana internetê, xwediyê internetê ixbarî dide çeteyên DAIŞ`ê ku têkiliya keça Dayîka Şemsa bi rejîmê re heye. Çeteyên DAIŞ`ê di bin wî navî û bi tuhmeta keça dayîka Şemsa sîxurê rejîmê ye, li pey wê dikevin. Ew bi alîkariya malbata xwe direve paytexta Sûriyê Şamê.

Piştî ku Dayîka Şemsa ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê  ve hat recimkirin, malbata wê, ew di hembêza xaka wê, li Tebqayê veşartin.

Dayîka Şemsa ku xwe fedayî keça xwe kir û serî ji çeteyên DAIŞ`ê re netewand, 53 salî bû. 12 zarokên wê hebûn û êdî neviyên wê jî çêbibûn. Dayîka Şemsa di sala 53`emîn ji temenê xwe çanda jina Rojhilata Navîn a li hemberî dagirkeriyê, têkoşîn, vejîn kir û dîroka jin nivîsand.

(np)

ANHA