Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji rewşenbîran banga yekîtiyê

NÛJÎN NEWAF

GIRKÊ LEGÊ

Berpirsyarê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Suriyê Ebdulhelîm Ehmed Lawî û Mamosteyê Zimanê Ingilîzî Îlyas Îbrahîm, derbarê polîtîkayên perçekirina kurdan û li hemberî vê yekê xebatên yekîtiyê de ji ANHA’yê re axivîn.

Ebdulhelîm Ehmed Lawî

diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê pêngava avakirina Lêvegera Siyasî, hêviyên gel ên ji bo yekîtiyê zêdetir kirine.2015-1-26-GIRKE-NERINA-REWSENBIRA_GIRINGIYA-LEVEGERA-SIYASI ‫(1)‬ ‫‬

Ehmed Lawî, destnîşan kir ku ji bo aktîfkirina Lêvegera Siyasî divê partiyên siyasî ji ji zîhniteya desthilat xwe rizgar bikin. Lawî wiha got: “Divê ENKS zihniyeta xwe ya ku her tim dixwaze kursiyan bidest bixe, biguherîne. Ev nêzîkahî ne ji bo yekîtiya tevgerên siyasî ye. Ev pirsgirêk ne pirsgirêkan partiyekê ye, pirsgirêka miletekê ye, lewma divê nêzîkahiyên xwe di ber çavan re derbas bikin.”

Lawî, got ku xwedînederketina li heviyên gelê kurd a ji bo yekîtiyê, şaştiyek mezin e û wê dîrok hesabê ji xwediyên vê nêzîkahiyê bipirse. Lawî bal kişand ku heta yekîtî pêk neyê, nifşên nû jî nikarin di nava aramiyê de jiyan bikin.

Îlyas Îbrahîm

Got ku hinek partiyên siyasî berjewendiyên xwe danîne pêşiya berjewendiyên gel, lewre jî Lêvegera Siyasî aktîf nabe. Îbrahîm got ku hemû beşên civakê hêviya ya yekîtiyê tînin ziman, ji ber vê yekê divê hemû partiyên siyasî ji bo derbaskirina nakokiyên xwe xebat bikin. Îbrahîm anî ziman ku dê dengê vîna gel û bi taybetî dengê dayikên têkoşerên azadiyê li cîhanê belav bike.2015-1-26-GIRKE-NERINA-REWSENBIRA_GIRINGIYA-LEVEGERA-SIYASI ‫(1)‬

Îbrahîm bang li hemû partiyên siyasî kir ku ji bo yekîtiyê têbikoşin.

(jh/aq)

ANHA