Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji rizgarkirinê û heta niha li Tebqayê çi gav hatine avêtin-3

DOSYA

TEBQA- Piştî çend meh di ser rizgarkirina bajarê Tebqa û gundên wê re derbas bû, şêniyên Tebqayê bi hemû pêkhateyên xwe dest bi xebatên avakirin û inşaê kirin. Şêniyên Tebqayê bi derfetê xweyên heyî saziyên xwe avakirin û rêveberiya xwe saz kirin. Tebqaya ku xwe ji çeteyan xilas kir, êdî bû navenda bicihkirina bi hezaran koçber.TEPQA-DOSIYA (9)

Emê di vê dosyê de balê bikşînin ser Teqba û destkeftiyên ku di çend mehên derbas bû de hatin bidestxistin derxin pêş.

Hêzên QSD’ê di meha adarê de hemleya rizgarkirina Teqayê li ser banga şêniyên herêmê da destpkirin, di encama şerê 50 rojî de QSD’ê di 10’ê gulanê de bajarê Tebqa ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgar kir.

Beriya rizgarkirinê

Di dema hêzên QSD’ê li bakur û rojavayê Reqayê dest bi hemleya Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê kiribû, gelek hêzan dixwestin Tebqaya ku ji sala 2012’an de di bin dagirkiriya çeteyan de bû dagir bikin. Hêzên rêjîmê jî ber bi bajar ve pêş ve dihat û dixwestin ji bajarê Meskene ya dikeve bakur, rojavayê Tebqayê ve were, di heman demê de pîlanên dewleta Tirk jî hebû ku bjarê dagir bike.

Di van rewşan de hêzên QSD’ê di 21’ê Adarê de dest bi hemleya rizgarkirina Teqa û gundên wê kir. Şervanan di encama şerê giran ê 50 rojî de bajarê Tebqa, gundên wê û Bendava Firatê di 10’ê gulanê de ji çeteyan rizgar bike.TEPQA-DOSIYA (5)

Piştî ku şervanan bajarê Tebqayê ji çeteyan rizgar kir. Di 15’ê gulanê de an ku piştî rizgarkirina bajar radestî Meclîsa Sivîl a Tebqayê hate kirin.

Gavên piştî rizgarkirinê

Meclîsa Sivîl a Teqayê li ser esasê pêşxistina 2 xetan ket nava liv û tevgerê. MEclîsa SIvîl di aliyê xizmetguzariyê de dest bi peydakirina pêwîstiyên jiyanî yên welatiyan. Li ser asta xizmetguzariyê tevlî gelek wêranî û ruxandin di bajar de çêbibû jî lê Melcîsê 3 şaredarî li bajarê Tebqayê, yek li navçeya Mensûra û yek li navçeya Cirniye vekirin.

şaredariyan ji bo xizmeta civakê kar û xebat dane meşandin. Gelek hemleyên paqijkirinê dan meşadin û bermahiyên şer ji nava bajar û kolanan ji aliyê wan ve hate rakirin.

Şaredariyê her wiha tureyên avê temîr kir û av gihişt tevahiya bajarê Tebqayê. Tenê dibe ku çend mal hebin ku av ne gihiştibe wan.

Di heman demê de kenalizyon hate temîrkirin û xetên ku di dema rêjîmê de hatibûn hiştin hatin temîrkirin. Hemû tureya kenalizyonê hatin temîrkirin û li hin kolanan xetên nû hatin danîn.TEPQA-DOSIYA (11)

Komîteya Aşan a girêdayî Şaredariya gel a Tebqayê gelekî ranewestiya lê hema bajar rizgar bû demil dest dest bi xebatên xwe kir. Komîteyê genimê ku çeteyan veşartibû kom kir da ku tu kes veneşêre û heman ew genim ji bo nanê welatiyan hate bikaranîn.Komîteyê di demeke kin de 5 aş amade kirin, her wiha derdora 20 firinan li Tebqayê û gundê wê dane xebitandin. Bi vê  yekê pirsgirêka nan li Tebqayê hate çareserkirin.

Di aliyê tenduristî de jî Meclîsa Sivîl a Tebqayê kar û xebatên xwe da meşandin.  Yek ji mezintirîn nexweşxaneyên Sûriyê (nexweşxaneya Tebqayê) ji xizmetê derketibû. Çeteyên DAIŞ’ê nexweşxane kiribûn navenda xwe ya leşkerî, her wiha beşekî wê jî kiribûn cihê dermankirina çeteyên xwe yên di qadên şer de birîndar dibûn. Hêzên rêjîmê nexwşxane bombebaran kir. Ji ber vê yekê û ji ber kiryarên komên çete bi sedan textor û xebatkarên tenduristî koçber bûn.

di 1’ê tîrmehê de Meclîsa SIvîl a Tebqayê Buroya Tenduristiyê ava kir. Buroyê dest bi xebatên xwe yên tenduristiyê kir. xebat bi alîkariya Heyva SOr a Kurd pêk hat, îyadeya dermankirina jinan, her wiha beşê dermankirina zarokan jî hatin vekirin. Bi hezaran welatî di van herdû beşan de hatin dermankirin. Miqdarek derman bi alîkariya hin rêxistinên tenduristî yên herêmî û navdewletî hate peydakirin.  Lê hîn jî pêwîstiya nexweşxaneya Tebqayê û hin morgên tenduristiyê yên li bajar bi alîkariyên wekî derman û alavên tenduristiyê heye, da ku roleke baştir di dermankirina welatiyan de bilîze. BI taybet jî ji ber ku niha nexwşxaneya herî nêzîk a ji Teqbayê niha 160 Km ji bajar dûr e.

Xebatên ceyranêTEPQA-DOSIYA (4)

Meclîsa Sivîl a Tebqayê di heman demê de xebatên temîrkirina ceyranê dide meşandin. Pitî rizgarkirinabjar Melcîsa xebatkarên ceyranê birêxistin kir û bi alîkariya endizyarên ji kantonên Kobanê û Girê Spî her wiha beşek ji kantona Cizîrê jî werşeyên xebatê ava kirin û dest bi xebatên temîrkirina Bendava Tebqayê kirin. Di encama xebatan de beşek mezin  ji bendavê hate temîrkirin.

Bendava ku çeteyan tiştekî saxlem tê de nehiştibûn, tê temîrkirin. Çeteyan odeya kontrolê ya Bendavê di bin avê de hiştibûn û odeya xebitandina wê jî şewitandibûn, xebatên ceyranê piştî pîka 3’yan û a 8’an ên bendavê temîrkirin, berê xwe dan temîrkirina pîkên din. kesî texmîn ne dikir ku bendav beriya 2 salan were temîkririn. Lê belê werşeyê kar û xebatên xwe pêk anî û berê xwe da temîrkirina bendava Azadî ku rêjîmê navê Baas lê dikir û li wir jî xebatên temîrkirinê hatin destpêkirin. Di encama xebatên bi nirx yên komîteya Ceyranê çêkirina ceyrana Tebqayê û beşek mezin ji herêmên Cizîrê û Firatê tenê ma merseleya demê tenê.TEPQA-DOSIYA (14)

Aliyê rêxistinî

Meclîsa Sivîl a Tebqayê di aliyê rêxistinî de jî kar û xebat baş da meşandin. Şêniyên Tebqayê ku 6 salan ji ber komên çete gelek zehmetî jiyan dikirin û di nava civaka wan de parçebûn çêbûbû, êdî xwe bi xwe rêxistin dike. Meclîsa Sivîl a Tebqayê li ser essê demokraîtk dest bi xebatên avakirin û inşa kir. Meclîsê destpêkê meclîsên taxan ava kir û paşê jî dest bi avakirina meclîsên gundan kir. Van meclîsan komîteyên xwe ava kirin. Xebatên komîteyan di nava civaka Tebqayê de bû xwedî cihekî girîng. Şêniyên herêmê ku di dema rêjîmê de hatibû paşguhkirin, êdî bû kaniya biryaran, derbarê xwe de biryaran dide û sîstema xwe ya civakî li gorî berjewendiyên giştî saz dikirin. Gelê herêmê di riya Malên Gel ku derdora 10’an li bajar û gundên wê hatin vekirin hemû pirsgirêkên xwe çareser dikirin.

Meclîsa Sivîl a Tebqayê bi hevkariya meclîsên tax û gundan ku hejmara wan bûye derdora 180 meclîsan di dema 6 mehan de ji bo xizmeta welatiyan gelek kar û xebat dan meşandin. Di riya komîteyên van meclîsan bi sedan dozên welatiyan hatin çareserkirin û pêwîstiyên welatiyan hatin peydakirin. gelek doz ji dema rêjîma Bass ve ne dihatin çareserkirin, lê niha gel bi xwe karîbû van pirsgirêkan çareser bike. Gelek pirsgirêkên di nava eşîreyan de hebû jî hatin çareserkirin.TEPQA-DOSIYA (12)

Di 6 salên dema şer de bi dehezaran zarokên Tebqayê ji xwendinê bê hatin mehrûmkirin. Zarok ketin astekê ku ne dizanîn bixwînin û ne binivîsin. Di nava vê rewşê de Komîteya Perwedeyê ku a ji aliyê Melcîsa Sivîl a Tebqayê ve hate avakirin, mamste hatin amadekirin û derfetên xwendinê ji zarokan re hate afirandin.

Komîteyê gelek dewreyên perwedeyê jio welatiyan re dan destpêkirin. bi sedan mamoste hatin amadekirin. Di encamê de bi hezaran xwendekar li dibistanên ku ji aliyê Melcîsê ve hatin temîrkiirin, êdî dixwînin. Dibistan û deverên giştî hatin boyaxkirin.

Di encama xebatên 3 mehan a bê qutbûn Komîteya perwedeyê 156 dibstan vekirin û pêşwaziya 3 hezar xwendekar kirin. Hemû kurt û kêmasiyên dibistanan hatin peydakirin û dibistan ji bo amadebin hatin temîrkirin.

Ji ber ku çeteyan belgeyên şêniyên Tebqayê dizîbûn û winda kiribûn. Beşek mezin ji civakî ji hemû tiştê hatibû mehrûmkirin. Meclîsa Sivîl a Tebqayê ji bo çareserkirina pirsgirêka van welatiyan bi sedan kartên pênasekirinê û nasnameyên malbatî li wan welatiyn belav kir. Di heman demê de gelek rewşên zewac û jidayîkbûnê qeyd kirin. Ev xebat bi hevkariya meclîsa Sivîl û hêzên ewlekariya hindir pêk hat.

Piştî ku hêzên QSD’ê rizgarkirina Tebqayê ragîhand û ew radestî Meclîsa Sivîl a Tebqayê kir, hebûna leşkerî li bajar kêm bû. ji bo ewlekariya hindir a bajar noqteyên kontorlê hatin danîn û hêzên ewlekariya hindirîn a Tebqayê hatin avakirin. Heta niha vê hêzê parastina ewlekariya bajar û derdora wê kirine.TEPQA-DOSIYA (3)

Hêzên Ewelarkiya Hundirîn gelek hewldanên çeteyên DIAŞ’ê yên derbasbûna herêmê têk birin. her wiha gelek şanikên razayî yên çeteyan bê bandor kirin. bi vê yekê ewlekarî û aramî ji welatiyan re pêk anîn.

Pêwîstiya sîstema Edaletê ya Tebqayê jî bi guhertineke mezin hebû. Di dema rêjîmê de naskirin û hesabên siyasî li ser dadmendiyê serwer bû. Di dema çeteyan de rewş ji berê ne baştir bû, lê belê gelek sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin. Gelek insan hatin kuştin û gelek hatin revandin. Komên çete sûcên li dijî mirovahiyê ji xwe re di bin navê dadgeha şerî de rewa dikirin.

Di tebaxa derbasbûyî de Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê hate avakirin. Dîwanê dest bi xebatên dadmendî kir û dozên civakî yên berê jî di nav de gelek doz çareserkirin. hemû doz li ser bingeha civakî û şerîeta islamî, di riya dan û stendinê û guhdarkirina li herdû aliyan û şahîdan dihatin çareserkirin. Wiha herdû alî lihev dihatin anîn û doz dihate çareserkirin. Dîwana Edaletê li ser bingeha lêborîna di navbera hemû beşên civakê de doz çareser dikirin û hemû alî lihev tanîn.

Aliyê çandîTEPQA-DOSIYA (2)

Tevî derfetên kêm jî Komîteya Çandê kar û xebatên xwe dewam kir û gavên çandî avêtin. Komîteyê gelek semîner û şebhurêkê helbestê lidar xistin. Her kesî bi zimanê xwe helbest digotin. Çand li ser esasê pirengiyê û parstina çanda hemû pêkhateyan hate meşandin.

Komîteyê her wiha gelek berneme ji bo pêşkêşkirina hespan û alavên kevin, cilên folklorî yên erebî lidarxistin. Di heman demê de navenda çandê ya bajarê Tebqayê ku ji aliyê çeteyan hatibû ruxandin ji aliyê komîteyê hate temîrkirin.

Ewlekarî û gavên inşayê ku li Tebqayê hatin avêtin, bûn sedema ku bi hezaran koçber ji Cerbalus, Bab, Heleb û herwekî din ji bajarê Sûriyê berê xwe bidin Tebqayê û ewlekariyê li wir peyda dikin.

Hejmara zêde ya koçberan barê Meclîsa Sivîl a Tebqayê giran kir.tevî derfetên kêm û bê xemiya civaka navdewletî ya beranbeîr rewşa koçberan jî Meclîsa Sivîl a tebqayê li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan dikir. Tebqayê deriyê xwe ji welatiyên ku ji mirinê reviyane revekir. Alîkariyên tenduristî û jiyanî ji koçberan re hate peydakirin.

Di aliyê olî de jî Saziya Karûbarê Oldaran hate vekirin. Saziyê bi gelek oldaran re hevdîtin kir, da ku bermahiyên komên çete yên DAIŞ’ê di nvaa civakê de çandine bidawî bikin, gelek hewldanpêk anîn. Komîteyê hewl da ku dîmena islamê ku ji aliyê çeteyan ve hatibû xirakirin sererast bike û islama rast û resen bi gelê herêmê bide naskirin.

Niha Komîteyê ji bo temîrkirina mizgeftên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin rûxandin kar dike. ID heman demê de pîlan dike ku mizgeftên nû jî ava bike, di be ku di demên pêş de Komîtee navendên olî yên xiristyaniyan jî temîr bike.TEPQA-DOSIYA (17)

JIN

Di dema ku civaka Tebqayê bi lez gav davêtin û rêxistina xwe xurt dikir. Jinên Tebqayê jî giringî dît ku xwe birêxistin bike. Jinên tebqayê wiha li ser esasê heger jin azad nebe wê civak azad nebe dest bi kar û xebatan kir.

Jinan roja 19’ê Tîrmeha sala derbasbûyî avakirina Meclîsa Jinên Sûriyê il Tebqa hate ragîhandin. Navê meclîs jî bû “meclîsa JInên Tebqayê” Meclîsê li gund û bajaran xwe birêxsitin kir. Jinan herî zêde xwe li gundên Ceber û navçeya Mensûr xwe birêxistin kir.

Endamên Meclîsê baş rewşa jinan lêkolîn kirin û dizanin ku jin rastî çiqasî zulim û zordariyê hatine. Jinan xwe rêxistin kirin û gavên mezin di aliê piratîzekirina xebtan de avêtin.

Meclîsê gelek dewreyên perweeyê ji jinan re dan destpêkirin, da ku jin karibin rêvebeirya xwe bikin û hemû prisgirêkên xwe yên heyî çareser bikin, bi rastî jî heta niha meclîsê 600 dozên cûda çareserkirine.

Parastin:

LI ser asta parastinê hêzeke parstinê ya jinan hate avakirin. Piştî gelek kar û xebatên hate meşandin, jinan hêza xwe ya parstinê saz kirin û gava yekem a ber bi rêxistinkirina civakê ya ji bo parstinê avêtin. Di 12’ê cotmeha derbasbûyî de bingeha yekem tarûra jinan bi navê “Şehîd Hebûn Ereb” hate avakir. hebûn Yekem şervanan YPJ’ê ku di hemleya rizgarkirina Tebqayê de şehîd bû.

Rêveberiya Xweser hate ragîhandin

Rêveberiya Sivîl a demokratîk a Tebqayê û gundn ji aliyê şêniyên herêmê ve hate ragîhandin. DI gelek aliyan de serkeftin bidestxistin. Meclîsê di aliyê xizmetguzarî jî gelek erk pêk anîn û gavên min avêtiin. PIştî xebat zêde bû, rayedarên meclîsê pêşniya kirin ku meclî bi hev re civiyan. Di encamê de komîteya amdekara di nava cil rojî de bi nûnerên hemû pêkhateyan re civiyan.

Meclîsa Zagonsaz jî kongreya xwe ya damezirîner lidar xist û Piştî hefteyê bi taybet di civîna duyemîn a Meclîsa Zagonasa de Rêveberiya herêma Tebqayê fermî hate ragîhandin. Di bin sîwana meclîsê  de 13 komîteyên xebatan hatine avakirin. armanca ji van komîteyan ewe e ku Tebqa ji rewa dagirkeriyan xilas bibe.

(dc)

ANHA