Têkilî | Derheqê me de

Ji şagirtan şahiya biratiya gelan

TIRBESPIYÊ- Rêveberiya Dibistanên herêma Tirbespiyê ji bo pêşkêşkirina kardestên zarokan şahî û pêşengehek lidar xistin.

Şagirtên ereb, kurd û suryan ên Herêma Tirbespiyê bi hev re amadekariya şahiyê kirin. Şahî ji aliyê şagirtên dibistana Xalid Bin Welîd ve hat birêxistinkirin.

Şahî bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Şagirtan awaz û folklor pêşkêş kirin. Her wiha helbest bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hatin gotin.

Piştre pêşegnha ku ji kardestê şarirtan hatibû amadekirin, hate vekirin. Şagirtan ji bo pêşengehê wêne xêzkiribûn, kardest û tabloyên hunerî amade kiribûn.

(np/dc)

ANHA