Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji Şedadê berxwedana Efrînê hate silavkirin

HESEKÊ – Ji navçeya Şedadê ya girêyê herêma Hesekê berxwedana Efrînê hate silavkirin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya herêma Hesekê ji bo Efrînê meşiya. Meş ji pêşiya Mala Gel a navçeyê dest pê kir û ber bi navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava dewam kir. Meşvanan alên TEV-DEM, YPJ û YPG‘ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kiribûn û bi yek dengî berxwedana Efrînê silav dikirin û êrîşên artêşa Tirk ên li ser Efrînê şeremzar kirin.

Meş li ber navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava rawestiya. Li vir piştî rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Hevserokê Meclîsa Navçeya Şedadê Hûsam El-Elî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û siyasetên wê yên ferizkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şeremzar kir.

El-Elî got “Peyama me ew e ku em piştgiriyê didin gelê Efrînê, şervanên YPG û YPJ‘ê, em dibêjin ku dê Efrîn mîna Kobanê be û dê li ber xwe bide ta çete werin qewitandin.”

Rûspiyê êşîreya El-Flîta Mihemed Hicab jî got “Dê Efrîn ji artêşa Tirk re bibe goristan û wekî êşîreyên ereb em ê dagirkirina Efrînê qebûl nakin.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(bb)

ANHA