Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji Şengalê heya Dêrazorê çîroka du zarokên Êzidî

RÊNAS REMO-SILAVA EBDULREHMAN

QAMIŞLO – Ji Şengal, heyanî Tilefer, ji Reqayê heyanî Dêrazorê, rastî hemû cureyên êşkenceyê û heqaretê hatin, wekî kole hatin bi karanîna û çend caran hatin firotin. Ev çîroka du zarokên Êzidî ku çeteyên serdemê ew revandibûn.

Jinên ezidî Şeyma Dexîl û Sumeya Meran Ehmed ên ji Şengalê ku di êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser Şengalê hatibûn revandin, bi pêngava Bagera Cizîrê ango piştî 3 salan ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk ve hatin rizgarkirin.Şima

Şeyma Dexîl (13) ji gundê taxa Şûdax yê girêdayî Şengalê, dema çeteyên DAIŞ‘ê êrîşî Şengalê kirin, hatibû revandin.

Çeteyan Şeyma xistin dibistanekê li Şengalê, paşê ew birin Tilefer ê girêdayî Mûsilê, li wir çend rojan ew xistibûn girtîgehekê de, piştre ew birin Reqayê, li Reqayê jî wekî xizmetkara çeteyan hate bi karanîn û 6 caran ji destê çeteyekê diket destê yekî din. Derbarê vê yekê de wiha dibêje: “Dema çeteyan ez şandim Reqayê, li wir gelek caran ez xistim girtîgeheke bin erd, piştre emîrek bi navê Ebû Mihemed El-Ednanî El-Şamî min û 5 jinên din birin gel xwe, paşê min firot yekî din bi navê Ebû Elî ji Reqayê, paşê jî min da Ebû Beraa El-Îraqê, herî dawî ez firotim Ebû Beraa El-Lîbî”.

Bi Pêngava Bagera Cizîrê re û pêşveçûnên şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk re, Şeyma di nav sivîlan de xwe dighîne herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeye Demokratîk de. Li ser vê yekê wiha tîne ziman: “Ez spasiya şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk dikim ku piştî 3 salan ji zulum û êşkenceyê ez rizgar kirim.”

Çîroka Sumeya Meran jî ji ya Şeyma ne dûrtir e. Sumeyaya 14 salî  ji gundê Koço yê girêdayî Şengalê ye, çeteyan ji gundê wê hemû jin revandin û zilam jî kuştin, ji malbata Sumeya niha tenê 10 kes mane.

Şeyma ku tevlî gelek jinên êzidî# kete destê çeteyên DAIŞ‘ê, çeteyan êşkenceyên herî zor lê kirin, ew di malên xwe wekî xizmetdarên jin û zarokên wan dane bikaranîn. Çeteyan bi çavên kole lê wan dinêrin û digotin wan,ew mafdarin çi bi wan bikin, wê bikin.sima

Seyma  got:” Xwişka min li ber çavên min êşkence kirin, paşê ew kuştin, min ne dikarî ji bo wê tiştekî bikim. Çeteyan ew serjê dikirin û serê wan li meydana serjêkirinê ya li Reqayê dadilqandin. Bi pereyan ez dikirîm û ez difirotim, bi darê zorê min kirin musliman.”

(bb)

ANHA