Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji şermê ber bi şanaziyê ve serhildana herî dirêj: Serûvena 40 saliya PKK’yê-1

DOSYA

40 sal li pey hêviyeke sê tîp

ZANA SEYDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Temenê wê bi saetan pîvan, gelekî mirî zindî kir. PKK ku pêşengiya serhildana 29’emîn kir, di 40 salên zor û zehmet yên têkoşînê de êdî bi gelê ku zindî kiriye ber bi serfiraziyê ve dimeşe. Bi Şoreşa Rojava di asta navdewletî û herêmî de weke aktorekî polîtîk û leşkerî hêviyên Kurdistan û mirovahiyê ji her demê zêdetir mezin dike.

Di sedsala 20’emîn de gele kurd ji hêla hêzên dagirker ve di gelek qetlîaman re derbas bûn. Ji warên xwe hatin sirgûnkirin, çand û zimanên wan hatin bişaftin. Di nava vê zulm û zordariyê de vegotina êş û azaran bi zimanê kurdî jî hate qedexekirin. Gelê kurd ne di hiqûqa navneteweyî de cihê xwe girt û ne jî weke mirov hate hesibandin. Ji ber vê yekê jî weke “gelê bê parêzer” hate binavkirin.

Ev bêxwedî û bêxwedan di çaryeka sedsala 20’emîn de heya damezirandina PKK’ê dom kir.

Di dîroka her gelî de hin bûyerên ku weke qonaxên girîng têne hesibandin hene. Ev qonax, ji ber ku qedera gel serobino dike wesfekî girîng digire. Gel jî vê yekê pîroz dibîne. Derketina PKK’ê li hemberî “Pergala Înkara Kurdan” a Dewleta Tirk, di dîroka azadiya gelê kurd de weke mîladeke dîrokî tê hesibandin.
Lewre înkar û îmha, hemû dek û dolab, qetlîam, zilm û zordestiya dewleta Tirk ku rihmetê li entrîkayên Osmaniya dide xwendin, bi şerê ku PKK’ê da meşandin hate ruxandin.

40 sal li pey hêviyeke sê tîp!

PKK navê doza pîroz a hêviya gel e ku bûye xewrevîna dijmin. Li gorî dagirkeran “terorîst”, li gorî gelê kurd jî navê şervanên azadiyê ye PKK. Pênasekirina van her sê tîpan tenê weke partî an jî rêxistin kêm dimîne.

PKK, gelê ku serserkî ber bi tunebûnê ve diçû rakire ser piya, bi gel re pergala dijmin xitimand her wiha bû tevgereke dîrokî. Mohra xwe li dîroka nêz da.

Bi vê hisletê PKK, ew betona ku li Çiyayê Agirî “Li ser Kurdistana Xeyalî” hatibû rijandin parçe kir, gelê ku hatibû kuştin û di gorê de hatibû veşartin careke din zindî kir û ber bi azadiyê ve meşand. Ev yek mûcîze bû.

Di ser vê mûcîze ye re, ango 27’ê Mijdara 1978’an ku komek xwendekarên wêrek li gundê Fîs a Lîce ya Amedê kom bûn û PKK damezirandin de ne henek 40 sal derbas bû.

PKK di kîjan şert û zirûfan de derkete holê: Serhildana herî demdirêj a 29’an

Civaknas Îsmail Beşîkçî, di salên 1970’yî de gelê kurd weke “gelekî ku nebûye mêtîngeh, weke laşekî li erdê  dirêjkirî” pênase dike. Beşîkçî bi dehan mînakan dibêje ku gele kurd li hemberî hemû pêkanînên dijmirovahî yên dagirkeriyê îradeya serhildanê windakiriye.

PKK û damezirînerê wê Abdullah Ocalan jî dibêje ku ji ber gelê kurd weke “kadavra (laşê di laboratuwaran de tê lêkolînkirin)” li holê ye ew şerm dikin û sekna “neçarî” jî vê hesta şermê “sed qat zêdetir” dike.

PKK di navbera salên 1968-71’ê de ji tevgerên ciwanên şoreşger bi bandor dibe û dibêje ku “ew şerma neçariya kadavrayê” di derketina wan a dîrokî de rol û rist leyistiye. Lê koma Apocî, di dema “tevgerên civakî bilind dibûn û têkoşîna şoreşgerî pêş diket” ji ber vê yekê jî “herkes tevlî têkoşînê dibû” de nehate damezirandin. Berovajî vê yekê, di dema ku “şoreşgerî dihate eciqandin, pêşeng û serokên şoreşger dihatin kuştin, tevgerên şoreşger dihatin belavkirin û nasnameya kurd  dihate înkarkirin de” hate damezirandin.

Ji komên ciwan yên xwendekar ber bi milyonan ve- Kurtedîroka PKK’ê

Di sala 1973’yan de tevgera ku civîna komê  ya yekem li dar xist, di sala 1975’an de di bin baneyê ADYOD’ê de hem rêxistinbûyina xwe hem jî bîrdoziya xwe xurtir kir. Di sala 1976’an de bi civîna Dîkmenê biryara dest jê berdana zanîngehê û li Kurdistanê bi rêxistinbûyinê hate dayin. Koma ku li hemû bajarên Kurdistanê civînên propagandaya devkî li dar xist, bi taybetî li Dêrsim, Serhed, Gurgum-Pazarcix, Êlih, Dîlok û Riha’yê rêxistinbûyineke xurt ava kir.

“Şoreşgerên Kurdistanê” ji ber ku dê îfşa bibin di qada legal, komele û kovaran de rêxistinbûyin nepejirandin. Di sala 1977’an de li Dîlokê bi kuştina Hakî Karer re kom an dê tasfiye bibûna; an jî ber bi partîbûyinê ve xwe veguhestana.

Ji bo layiqbûna têkoşîna Hakî Karer, kom bi awayekî veşartî xebatên xwe ji bo “partîbûyinê” meşand. Di 26-27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîs ê Lîcê ya Amedê bi beşdarbûna 22 delegeyan “danezana damezirîneriyê” hate amadekirin. Di civîna ku ji hêla M. Hayrî Durmuş ve dihate birêvebirin de, biryara “partîbûyinê” hate dayin, destûrname û bernameya partiyê hate qebûlkirin, lê nav li partiyê nehate kirin. Di Nîsana 1979’an de Komîteya Navendî biryara damezirandina “PKK-Partiya Karkerên Kurdistan” da.

Abdullah Ocalan di pirtûika Rêya Şoreşa Kurdistanê (Kürdistan Devriminin Yolu-Manifesto) de, diyar dike ku riya şoreşê di şîdetê de derbas dibe; lê beriya li hemberî dewletê şer bê destpêkirin divê fîşeka yekemîn li hemberî “îxaneta hevkar” bê teqandin. “Lewre, li welatekî ku tora rêxistinên îstixbarî û şebekeyên ajan hatine rapêçan, teqtîka şoreşgerî divê li hemberî van rêxistinên îstixbarî û ajanan têkoşîneke bêhempa bimeşîne.”

Bi vê mebestê PKK’yê, li Hîlwan û Sêweregê li hemberî eşîrên Bucak û Suliymanan ku sazîbûneke hevkar-ajan bûn dest bi berxwedanê kir. Di demeke kin de navê PKK’ê tê bihîstin û êrîş jî dest pê dikin.

Di sala 1979’an de li Mereşê qetlîam û piştre di 12’ê Îlona 1980’yan de darbeya leşkerî ya faşîst pêk tê. Abdullah Ocalan û komek PKK’yî di dema cendereya darbeye de ji bo rizgarkirina hêza şoreşgerî di ser Kobanê re derbasî Lubnanê dibin. Piştre weke komên biçûk milîtanên xwe dikişînîn vê qadê û li kampên Filîstîniyan dest bi perwerdehiyên gerîla  dikin. Di sala 1982’yan de piştî Îsraîl Lubnan dagir dike, PKK’yê bi şoreşgerên Filîstînî re mil bi mil li hemberî Îsraîl şer dike û 12 milîtanên xwe şehîd dide. Piştî vê pratika berxwedêr, Kampa Helweyê didine PKK’yê û rêxistin êdî li vê kampê milîtanên xwe perwerde dike.

Di sala 1982’yan de di Kongreya 2’yemîn de biryara “vegera welêt” û “têkoşîna çekdarî” tê girtin. Komên ku li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê amadekariyan dikin, di 15’yê Tebaxa 1984’an de li Dihê (Eruh) û Şemzînanê bi serdegirtinên qereqolan şerê gerîlatiyê dide destpêkirin. Bi vê yekê re Hêzên Rizgariya Kurdistan/HRK damezirandina xwe îlan dike.

Bi serdegirtinên 15’yê Tebaxa 1984’an yên Dihê û Şemzînanê PKK şerê li hemberî dewleta Tirk îlan dike. Bi vê yekê re bang li hemû ciwan û kesên bindest dike ku tevlî şer bibin. Bi van serdegirtinan re Serhildana 29’emîn a herî dirêj jî dest pê dike.

Guleya yekemîn, di nava gelê kurd ku ber bi tunebûnê ve diçû de alan dide. Ciwan ber bi sefên PKK’ê ve diherikin. Gel bi her awayî alîkariyê dide.
Ji ber ku PKK bi awayekî wêrek û biryardar li hemberî dewletê şer dide destpêkirin di demeke kin de dibe tevgereke girseyî. Dewlet jî li hemberî vê yekê nasekine û bi hêzên cehş, OHAL û sedhezaran leşker, polis, kontra, ji 50’î zêdetir operasyonên dersînor li dar xist. Bi stratejiya “ji bo girtina masiyan çikandina behre” tevgeriya û bi hezaran gundên kurdan şewitandin û vala kir. 17 hezar û 500 welatparêz qetil kir; lê PKK xilas nekir.

Gelê kurd ku bi têkoşîna PKK’yê zindî bûbû gav bi paşve nediavêt û di salên 1990’î de bi dehezaran rabûne serhildanê.

Mamoste Beşîkçî, behsa şikandina tirsa di dilê gelê kurd de dike û vê yekê bi têkoşîna çekdarî a “biryardarî û rihê fedayî ya PKK’ê” ve girê dide.

Di serdema hilweşîna pergala sosyalîzma reel de, PKK li Kurdistanê otorîteya dewletê dilerizîne û saziyên wê bêbandor dike. Bi vi awayî otorîteyeke dumend ava dike.

Dewlet ji hêla leşkeri ve xitimî: Agirbesta yekemîn

Êdî hem milên leşkerî hem jî milên siyasî, fikra ku israrkirina çareseriya leşkeri bi TC’yê dide windakirin tinîne ziman. PKK, hebûna gelê kurd li dinyayê belav dike û diyar dike ku ew ji çareseriyeke siyasî re amade ne. Di 17’ê Adara 1993’yan de xwesteka Serokomarê Tirk Turgut Ozal a agirbestê bi erênî dibersivîne. Lê bi kuştina Turgut Ozal re konsepta şerê topyekûn dest pê kir û dewletê nîşan da ku ji çareseriyeke siyasî re ne amade ye. Piştî sala 1994’an şer xwe dubare kir û ne dewletê PKK tune kir, ne jî PKK’yê dewlet hilweşand. Li hemberî vê yekê Abdullah Ocalan di Kongreya 5’emîn de “Rapora Polîtîk” radestî kongreyê dike û lêgerîna veguhestina paradîgmayê leztir dike.

Ji agirbestan ber bi komloyan ve

Di salên 1996 û 98’an de li ser daxwaza dewletê PKK’yê 2 carên din agirbest îlan kir. Lê her 2 agirbest jî ji ber komployên li hemberî Ocalan vala derdikevin. Di encama vê komployê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Suriyeyê derket û ji neçarî berê xwe da Ewropa. Yewnanistan û Rusya, gelek welatên Ewropa bi awayekî çalak di nava vê komploya navneteweyî de cihê xwe girtin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de êsîr girtin û radestî Tirkiyeyê kirin.

Esareta Ocalan û guherîna paradîgmayê

Bi pêvajoya Îmraliyê re fikren Ocalan yên “paradigmaya desthilatdar û dewletbûyinê, ber bi paradigmaya demokratik azadîxwaz, cinsîyet û ekolojîk ve”  veguherî. PKK bi Kongreya 7’emîn a Dijawarte têkoşîna çekdarî rawestand. Hêzên leşkerî jî ji Bakûrê Kurdistanê vekişand. Di 2004’an de plana tasfiyekirina PKK’ê ya dewleta tirk û hêzên Başûrî bi piştgiriya DYA’yê derkete holê. PKK’ya ku dihate gotin “hêza wê ya şer nemaye” di 1’ê Hezîrana 2004’an de careke din bi awayekî çalak dest bi têkoşîna çekdarî kir.

Di serdema AKP’yê de heya diyalog û hevdîtinên Oslo’yê jî tu çareserî pêk nehat. Dewleta Tirk, ji daxwaza xwe ya qirkirina gelê kurd venegeriya û bi daxuyaniyan diyar kir ku di şexsê PKK’yê de dê koka gelê kurd biqelîne. Ev yek li gelek bajarên Kurdistanê bi awayekî wehşiyane xiste meriyetê.
Di encamê de, di 40 saliya damezirîneriyê de PKK, li her parçeyekî Kurdistanê; li Tirkiye, Îran, Irak û herî dawî li Suriyeyê bûye hêza herî bingehîn a leşkeri û polîtîk. PKK, li Rojhilata Navîn û cîhanê êdî nav daye û bi awayekî polîtîk li ber çavan tê girtin. Piştgiriya piraniya gelên bindest û gelê kurd girtiye û bi rêxistinên xwe yên artêşî, jin, ciwan û rêxistinên derveyên welat, bûye  tevgereke polîtîk ku milyonan bandor dike.

ANHA