Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji şêxê eşîreyê banga tevlî hilbijartinên fedraliyê bibin

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN – Şêx Mehmûd Ebûd Salih ji Eşîra EL-Raşid a Herêma Cizîrê bang li hemû endamên eşîra xwe û şêniyên herêma Til Koçer kir ku berê xwe bidin buroyên Komseriya Bilind a Hilbijartinan û tevlî hilbijartinên fedraliyê bibin.

Di hevdîtina Şêxê Eşîra EL-Raşid Şêx Mehmûd Ebûd Salih ji ajansa ANHA`yê re axivî û got: “Di vê dema ku me jiyan dikin de, pêwîstiya civaka Sûriyê bi çareseriyê heye. Pêwîste dawî li şerê li Sûriyê were. Tekane riya çareserkirina aloziya Sûriyê  fedraliya demorkatîk e.ʺ

Salih her wiha bang li hemû endamên eşîreya xwe û şêniyên Til Koçer kir ku  wekî namzet û wekî hilbijêr dengê xwe bikar bînin û wiha got: ʺDivê her kes tevlî hilbijartinan bibin.ʺ

Şêx Mehmûd Salih di dawî axaftina xwe de jî got ku tu civak bê demokrasiyê nikare azad bibe û wiha got: ʺKomîn şanike biçûk a sereke ya civakê ye. Bi avakirina komînan re civaka rast tê avakirin.ʺ

(bx)

ANHA