Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji TEV-DEMʹê daxuyaniya Newrozê

NAVENDA NÛÇEYAN – TEV-DEMʹê bi boneya Cejna Newrozê li tevahiya gelê herêmê pîroz kir û got ku ew heta dawî girêdayî rêbazaên aştiyane yên çaerserkirina alzoiya Sûriyê ne.

TEV-DEMʹê bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand û cejna li hemû gelê herêmê pîroz kir û da zanîn ku dê heta dawî li dijî pîlangerên ku dijberiya şoreşa gel dikin derkevin.

Daxuyaniya TEV-DEMʹê wihaye:

Salek piştî ya din gelê me şoreşa xwe ya guhertina veguhertinê di herêmê de didomîne. Di her sal de bi saya hêza xwe û rêxistinkirinê her wiha diruşmeya demê ʺBerxwedan heta serkeftinêʹ dimeşîne. Di heman demê de pîlanên li dijî şoreşa Rojava bi qasî serkftinên hatine bidestxistin pêk tê.  Bi metrisîna ku xwediyên fikrê tundrew û xwediyên zihniyeta ku tu kesî qebûl nakin, pêk tê. Gelê herêmê di vê rewşê de bi israr li nasnameya xwe ya azad ku li ser esasê pêkanîna mafê xwe yê rewa pêk didomîne. Ev yek di çarçoveya pêkanîna vegguhertinê û hilweşandina sîstema navendî ye.

Hêzên desthiladar û pîlanger di nava hewldanan de ne ku daxwazên gel ji bo firehkirina desthiladariya xwe pêk bînin û wê bixin bin xizmeta xwe de.  Hêza xwe ji dûrxistina gelên herêmê ji îradeya wan digirin, ev yek li dijî nirxên şoreşa me û felsefeya gelê me ya ji bo avakirina civak û rêveberiya xwe ye. Em rêveberiya vê demê de din û em nûnertiya wê dikin û bi rihê pirengiyê  û jiyana hevbeş, her wiha parastina destkeftiyan û ne qebûlkirina koletiyê didomînin.

Em îro careke din girêdana xwe bi çareserriya niştimanî ya aştiya li Sûriyê dubare dikin. Çareseriya ku mavê hemû kesî û bê cûdahî diparêze. Em di vê rêbazê de xeta berpirsyariya exlaqî û niştimanî dibînin. Di heman demê de em hemû hewldanên pîlangeriyê yên li dijî gelê Sûriyê şermezar dikin. Em tewanên bêbext ku li dijî me têne kirin ku li ser me dibêjin em parçebûnê dikin û xeteke netewî dimeşînin qebûl nakin. Em ji wan re dibêjin ku em bi xeta xwe serbilindin, em li dû doza xwe ya rastiyane dimeşin. Em bi hemwelatiya xwe ya Sûriyê serbilindin, her wiha ji bo yekîtiya xaka Sûriyê tekoşînê didin meşandin. Pirojeyên demorkaîtk ku me pêşniyar kirin rastiya me rêz kiriye nîşan didin. Pirojeyên me yên demorkatîk dûrî rêbazên navendîbûnê  û tunekirina gelane. Em ji bo tunekirina desthiladariyê kar dikin.

Bi hatina Newroza 2017ʹan re em serkftinên ku hêzên gel ku di malzaroka civakê de hatin avakirin pêk hatine bibîr dixin. Ew serkeftin bûne cihê serbilindiya hemû gelê herêmê yên ji bo azdî û guhertinê tekoşînê dikin.

Berê û niha jî me doza misogeriya girêdana me ya niştimanî dikir û me dixwstin ku Kongreyek Netewî ku hemû aliyan bigire nava xwe dikir. Me tu carî fersendek, cejnin an bîranînek ne dihitş ku em doza kongeriyê bikin. Di cejna Newrozê de jî me ji bo dawî li nakokiyan di nav aliyên kurd de tekoşîn da meşandin. Me baş dizanî ku hêzên dijber jî kiryarên xwe yên dijber didomîne da ku rewşa kurdan pênekeve, li ser vî esasî jî her deme êrîşan wan li ser me hebûn. Her dem jî êrîşên wan vala dihatin derxistin.

Pîlangeriya Tirkiyê ku bi salane li dijî Şoreşa gelê me yê Rojava-Bakruê Sûryiê pêk tê êdî zele û niyata wan jî tê zanîn. Hêzên kurdî yên ku bi dewleta Tirkiyê re di nava pîlanên dijberiyê de ne bûne wekî kesên ku avê bi moxilê vediguhezînin. Dîroka Dewleta Tirk û hemû siyasetên wan diyar dike ku ew dixwazin kurd bê îrade û biryar bibin. Kurdên ku ji bo veguhertinê tekoşînê dikin û piştigirya gelên blindest dikin, her wiha teroristan têk bibin naxwazin.

Bi rasthatina Newroza 2017ʹan em cejna hemû gelê xwe û tevahî gelê Sûriyê, her wiha gelên dostaniyame dikin pîroz dikin. Em tekz dibêjin ku em ê xeta xwe ya tekoşînê heta serkeftinê bidomînin, em tu carî gavan paş ve navêjin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Dê navnîşana qonaxa li pêşiya me ʺSerkeftina temam ku bi veghertin û yekîtiya niştimanî pêk tê be. Em tu carî di tekoşîna li dijî pîlan û êrîşên têne kirin gavan paş de navêjin. Em careke din dubare dikin ku em bi Yekîtiya Netewî ya kurdî ku divê biryar wê di destê gelê me be, girêdayî ne, Divê biryara Yektîya netewî ne di destê parityên ku ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin.

(dc)