Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji TEV-DEM’ê daxuyaniya êrîşa li dijî Efrînê

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Tevgera Civaka Demokatîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û bang li Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû mirovahiyê kir ku li hemberî van êrîşên hovane û neheq xwedî helwest bin. Her wiha bang li civaka mirovahiyê kir ku berxwedana Efrînê destek bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev  êrîşên dewleta faşist a Tirkiyeyê ne tenê li dijî Kurdan e, lê belê li dijî Ereb, Çeçen, Turkmen û hemû pêkhateyan e.

Daxuyaniya Hevserokatiya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Ji bo hemû gelên me û raya giştî

Şerê li ser axa Sûriyê ku ji sala 2011’an ve heta roja îro tê dayîn di asta Şerê Cîhanê ya Sêyemîn de ye. Çeteyên faşîst weke DAÎŞ, Nûsra û hwd. taybet bi piştgiriya dewleta dagirker a Tirkiyê û her wiha hêzên netewedewlet û olîgarşîk ve li ser serê gelên Sûriyê kirin bela. Di encama ev şerê 7 salan de bi sed hezaran însanan jiyana xwe wenda kirin, bi milyonan însan neçar man ku koçber bibin, dewlemendiya sererd û binerd a Sûriyê hat talankirin û wêrankirin.

Di şerê li hemberî çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê hat dayîn de rûmeta hemû mirovahiyê hat parastin. Bi hezaran çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê bi derfet û erêkirina dewleta dagirker a Tirkiyê ve ji ser axa Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn û li dijî gelan û mirovahiyê şerekî qirêj û hovane meşandin. Di gelek dîmen û belgeyan de bi awayekî pir vekirî hatiye îspatkirin ku ev hêzên çete û hovane bi rêbertiya Erdogan û desthilatdariya dewleta Tirkiyê li dijî mirovahiyê û li dijî gelan hatine rêxistinkirin. Taybet şerê Kobanê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên li Sûriyê û temamî mirovahiyê şerekî girîng û dîrokî bû. Lê dewleta dagirker a Tirkiyê bi cîrantiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser axa Sûriyê ewqas kêfxweş bû û piştgiriya êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê dikir ku bi bêsebriyekê digot ku “Kobanê ket û ew ê bikeve.” Eger Kobanê biketa û çeteyên faşîst DAÎŞ encam bigirta esas nirxên mirovahiyê ew ê biketa ber lingan. Gelê kurd û dostên ku piştgirî dan berxwedana Kobanê û her wiha bi desteka koalîsyona navneteweyî Kobanê bi ruhekî fedaî û qehrementiyek mezin li ber xwe da û DAÎŞ têk çû. Li Kobanê têkçûna çeteyên faşîst DAÎŞ’ê birînek wisa kûr di dilê Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyê de vekir ku di roja îro de hewl didin ku tola têkçûna çeteyên faşîst DAÎŞ’ê ji gelê Efrînê bigirin.

Dewleta dagirker a Tirkiyê ji destpêkê heta roja îro, rexmî ku hêzên QSD, YPG û YPJ’ê tu êrîş li ser dewleta Tirkiyê nekirin jî dewleta dagirker a Tirkiyê bi sedan caran sînor binpê kir, bi sedan însan qetil kir, zirar da çandinî û milken xelkê û hertim xwestin ku şûrê dagirkeriyê li ser gelên li Sûriyê weke kurd, ereb, xiristiyan, çerkez, çeçen û tirkmenan bihejînin. Hemû dinya şahid e û dibîne ku dewleta dagirker a Tirkiyê ne li gorî tu hiqûqên navneteweyî ne jî li gorî tu nirxên mirovahiyê tevdigere. Dewleta dagirker a Tirkiyê li dijî hemû gelên li Sûriyê ne ku bi awayekî azad û demokratîk bi hev re bijîn û ji bo daxwazên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin hertim di nava êrîşekê de bûn. Siyaseta dewleta dagirker a Tirkiyê ku di hundirê Tirkiyê de çiqasî dîktatorî û faşîzmê pêş dixîne, li derveyî Tirkiyê jî li ser gelên Sûriyê û taybet jî li ser gelê kurd ewqasî êrîş û daxwazên xwe yên dagirkeriyê pêş dixîne.

Dewleta dagirker a Tirkiyê eger bi rêdana dewleta Rûsya nebûya, ji şert û mercên konjekturel ên heyî hêz negirta ne mimkûn bû ku Cerablûs û Bab dagir bikira. Dewleta Tirkiyê îro careke din hewl dide ku ji şert û mercên konjekturel ên heyî sûdê werbigire û polîtîkayên xwe yên fitne û fesadiyê pêş bixîne. Eger dewleta Rûsyayê rê nede dewleta dagirker a Tirkiyê ne mimkûn e ku teyareyên xwe li ser axa Efrînê bi kar bîne. Di vê noqteyê de bangawaziya me ew e ku dewletek weke Rûsya ya cîhanî xwe bi benê dewleta dagirker a Tirkiyê ve girênede, nekeve şaşîtiyekê ku pirsgirêkên Sûriyê ên heyî hîn jî aloztir bike. Pêwîstî heye ku dewleta Rûsyayê hêza xwe ya li ser Sûriyê bi her awayî ji bo çareseriya demokratîk bi kar bîne û nebe sedem ku dewleta dagirker a Tirkiyê êrîş bibe Efrînê.

Em weke gelê Kurd, Ereb, Xiristiyan, Tirkmen, Çerkez û Çeçen bi desteka koalîsyona navneteweyî li hemberî çeteyên faşîst DAÎŞ, Nûsra û hwd. şerekî bê hempa û serkeftî da. Weke ku tê binavkirin bi serkeftina sedsalê Reqa hat rizgarkirin. Bi serkeftina sedsalê re îradeya çeteyên DAÎŞ’ê bi giranî hat şikandin û Sûriyê bi giştî ber bi çareseriyek muzakereyan ve diçû. Banga me ji koalîsyona navneteweyî ew e ku bizanibin di şerê DAÎŞ’ê de dewleta Tirkiyê hertim hebû. Wexta DAÎŞ lawaz bû, îrade û pişta DAÎŞ’ê hat şikandin dewleta dagirker a Tirkiyê vê carê rastûrast û dîsa bi desteka Nûsra û çeteyên paravan ket dewreyê. Pêwîstî heye ku koalîsyona navneteweyî ev daxwazên dewleta dagirker a Tirk û polîtîkayên wê yên zordest û êrîşane ji êrîşên ûnsûrên çete yên weke DAÎŞ’ê cudatir negire dest û li hemberî êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyê li ser Efrînê xwedî helwest be û rê nede ku dewleta Tirkiyê careke din bibe sedema şer û aloziyan û nakokiyên heyî zêdetir giran û kûr bikin.

Bangawaziya me ji bo Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û hemû mirovahiyê ew e ku gelê Kurd, Ereb Xiristiyan bi hev re bi hêzên QSD, YPG û YPJ’ê rûmeta hemû mirovahiyê parastin û şerê DAÎŞ’ê kirin. Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û hemû mirovahî ev êrîş û xeteriyên dewleta Tirkiyê yên li ser axa Sûriyê û Efrînê şermezar bikin, li hemberî van êrîşên hovane û neheq xwedî helwest bin. Ji mafê gelê Kurd, Ereb û ji hebûn û jiyana demokratîk û azad re rêzê diyar bikin û berxwedana gelê Efrînê destek bikin. Her wiha hemû gelên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat çawa bi ruhê neteweyî, demokratîk û bi berxwedaneke bêhempa li berxwedana Kobanê xwedî derketin û li hemberî çeteyên faşîst û dewleta Tirkiyê ve mil dan hevdû, dengê xwe kirin yek ji bo Efrînê jî roj ew roj e ku hemû hêz û derfeta xwe li hemberî dewleta dagirker a Tirkiyê  jî ji bo rûmet û berxwedana Efrînê bi kar bîne, rêxistin bike û rabe ser piyan. Êrîş û daxwazên dewleta dagirker ên Tirkiyê ne tenê li ser gelê Kurd e. Gelê Ereb, Xiristiyan, Çerkez, Çeçen û Tirkmen jî di vê zanebûnê de ne ku êrîşên li ser Efrînê li ser îradeya demokratîk a hemû gelan e. Ji bo vê divê gelê Ereb, Kurd, Xiristiyan, Çerkez, Çeçen û Tirkmen ruh û îradeya xwe bikin. Çawa li hemberî çeteyên faşîst DAÎŞ û Nûsrayê heta roja îro bi hev re li ber xwe dan û encam girtin, li hemberî dewleta dagirker a Tirkiyê jî li ber xwe bidin, jiyana xwe ya hevbeş, demokratîk û azad ji vir şûnde jî bi awayekî demokratîk bidomînin.

Hêzên QSD, YPG û YPJ çawa ku bihost bi bihost axa temamî bakurê Sûriyê ji DAÎŞ û Nûsrayê paqij kirin û bi serkeftina sedsalê Reqayê bi hemû mirovahiyê dan jiyandin, çawa Kobanê bû rûmeta mirovahiyê û wisa rizgar kirin ew ê li Efrînê jî ew ê li ber xwe bidin û hewesa dewleta Tirkiyê di qirika wan de bihêle û tu caran rê nedin ku Efrîn bê dagirkirin. Bi tecrûbeya şerê salan û bi taktîkên xuliqkar gelê me bawer dike ku hêzên QSD, YPG û YPJ bi her awayî ew ê bibin bersiva êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyê û nehêlin bi ser bikevin.ʺ