Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji welatiyê suryanî fêrî çêkirina şûjinan bû

Dîmen

Dîmen:https://youtu.be/cchjBYwBx3w

RÊNAS REMO

AMÛDE- Ji kesekî Suryanî fêrî çêkirina şûjinê dibe û niha jî debara mala xwe bi vê pêşeyê xwedî dike.AMUDIE-Wî HEWCE KIR KU Wî DIBE PîŞEYî (3)

Ehmed Hesen Hesen (75) yek ji şêniyên herêma Amûde ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ye. Werşeya wî ya şûjin çêkirine heye. 6 zarokên Hesen çêbûn.

Hesen berî fêrî çêkirina şûjinan bibe her dem pêdiviya hevjîna wî bi şûjinan çêdibe. Şûjinên ku ji bazarê dikirî li ber xwe nade û ew êdî fêr dibe û bi xwe li malê şûjinan çêdike.

Hesen dibêje ku ew ji kesekî Suryanî yê ji herêma Dêrikê fêrî çêkirina şûjinan dibe. Ew bihev re li Rimêlan dixebitîn. Piştî ku fêrî çêkirina şûjinan dibe, ji bo xwe werşeyeke biçûk vedike û heyanî niha debare jiyana xwe li ser wî karî dike.AMUDIE-Wî HEWCE KIR KU Wî DIBE PîŞEYî (2)

Ehmed Hesen ji madeya pola şûjinê çêdike. Madeya pola bi miqdarekî mezin dikre û li gel xwe dihêle. Her sal jî di navbera 5-10 hezar şûjinan çêdike û li bazarên herêmê bi 250 L. S difroşe.

(np)

ANHA