Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji Xezeba Firatê opersyona paqijkirinê

REQQA– Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê operasyona paqijkirinê dan destpêkirin. Şervanan heta niha gelek gund ji çeteyan rizgar kirin.

Li herêma ku şervanên herdû baskên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gihîştin hev,  mesahet 550 km çarkoşe, ket çemberê. Şervana  ji bo paqijkirina wan herêman dest bi opersyona paqijkirinê kirin.

Di pêngava duyemîn a Hemleya Xezeba Firatê de baskê Qadiryê yê 10 kanûnê destpê kiribû 57 km û baskê Eyn Îsa yê 31`ê kanûnê destpêkiribû  34 km bi pêşve çûne.

Roja 11`ê çile baskê Qadiriyê û baskê Eyn Îsa li gundê Kermanco gihîştin hevdû.

Şervanên Odeyan Çalakiyan a Xezeba Firatê piştî ku gihîştin hevdû mesaheta 550 km 2 xistin çemberê. Ji rojavayê gundê Sêgul û rojhilatê gundê Til-Semin 45 gund û 20 mezreya ketine çemberê de.

Şervanên Odeya Xezeba Firatê di saetên sibehê de dest bi paqijkirina vê mesahetê kirin.

Piştî ku operasyona paqijkirine ya şervanan despêkiriye heyanî niha li gorî agahiyên ketine dest gelek gund û gundik  hatine rizgar kirin.

(ekib)

ANHA