Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji YJŞ’ê peyama salvegera rizgarkirina Şengalê

JIN///SERNÛÇE

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YJŞ’ê têkildarî salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyanî da û banga li her kesî kir ku bi berpisyariyê dîrokî bidin ser milê xwe û tekoşînêkê hîn xurtir pêkbînin.

Daxuyaiya ku li ser malpera fermî ya YJŞ’ê hate weşandin wihaye:

“Ji dîrokê, heyanî niha li ser axa Şengal û gelê me yê Êzidî dagirkirin, talan, mêtin û qetlîam hatine jiyîn; ruxmê van hemuyan li hemberî zilm û qetlîama berxwedaniyên bê hempa jî hatine meşandin. Çawa ku di bingeha piranî qetlîama xiyanet xwe dide pêş, li beramberî wê qehremantiyên mezin jî hatine jiyankirin. Fermana 3 tebaqa 2014 disa di bingeha xiyana KDP ê d li ser esasê tinekirina gelê me ya Ezîdî de hat çêkirin, bi viya re çeteyên hov yê DAIŞ bi hezaran jinên Êzîdî da revandin bi rêk û rêbazê herî xirap di bazaran de hat firotin, ev rastî ji aliye tevahî raya gîştî tê zanîn. Li hemberî vê rewşê gelê me yê ku ji aliye hinek hêzan ve bi destê îxaneta xwe di nav qirqirinê de man, lê bi pêşengtiya şervanên azadiyê yê kû denge qêrînê gelê me yê Êzidî bihîst û xwe gihand hewara gelê me û bi berxwedaniya  yekiniyên parastina cewherî  YBŞ û YJŞ’ê re ev êrîş hat şikandin û bersiva vê fermanê hat dayîn. Gelekî kû bi salane bi qirkirinê re rub ru dimînin û tîmî şerê hebuna xwe kiriye, iro ev gel gihaştiye hêza parastina cewherî  û di bingeha xweseriya demokratîk de xwe rêxistinkirina wî di gihandina azadiyê de gavên girîngîn. Elbet di gihandina azadiyê de wek Rêbertî dibeje ne bê berdel e, bi keda hezaran şehîdême ya leheng hatiye xulikandin.

Ji 3’ê Tebax’ê heyanî 13’ê Mijdar’a 2015 ya rizgarkirina navenda bajar de berxwedanî û têkoşînekî bê hempa hatiye meşandin û bi sedan rêhevalên me di vê oxirê de bi fedakartiyên mezin di nav vê berxwedaniyê de cih girtine û bi dehan rêhevalên me jî bi qehremantiyên mezin şer kirine û gihîştine şehadetê. Herweha, pewiste rizgarkirina Şengalê bi rojekî neyê bi dest girtin û bê zanîn ku 13’ê Mijdarê’ê şanîkera şênber ya ked, fedakartî û bi biryarbûna yanzdeh mehan ya ku di kolanên Şengalê têkoşînekî sîng e sîng hatiye meşandin e.

Li gel van nirxandina dema mirov mêze dike di civaka Êzîdî de jina ku bê ziman hatiye hiştin, ji azadiya xwe ya bi lêvkirinê bê par maye û piştî êrîşên çeteyên hov yê DAIŞ di suka û bazaran de layikî firotin û kirînê bûn, di berxwedaniya Şengalê de cihê xwe girt û soza tolhildanê da. Bi vî ya re xwe têr ne dît û bi bîryar, îdîa û berxwedaniyekî mezin di pêşengtiya hêzên YPJ’ê û YJA-STAR’ê da wek jinên Êzîdî xwe birêxistin kir, bi nasnameya YJŞ’ê re di berxwedanî û rizgariya Şengal’ê de cihê xwe girt. Ji ber vî awayî berxwedaniya Şengal, di gihandina nasname û azadiya xwe de, li hemberî heşmendî, barbartiya DAIŞ’ê de buye gavekî dîrokî û bingeha azadiyê daye avêtin.

Li ser vê esasê pêwiste mirov di vê zanistiyê de be ku, rizgarkirina Şengal di encama berxwedaniya bê hempa ya 11 mehan de hatiye pêşxistin û ev roj wek deskeftiyekî keda Rêbertî û şehîdên me hatiye avakirin. Ji bona vê, bi wate û girîngiya vê rojê, em 13’ê Mijdar’ê li tevahî gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin û ji bona ku ev deskeftîyên me pêl bi pêl mezin bibe û bi serkeftinê tacîdar bibe di bingeha jiyanek azad û demokratîk de, em banga tevahî gelê xwe dikin ku  berpisyariyê dîrokî bidin ser milê xwe û tekoşînêkê hîn xurtir bikin.”