Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji zîndanên DAIŞ’ê reviyan û beşdarî xebatên rizgarkirinê bûn

RÊNAS REMO – MURADA  KENDA

REQA – Girtiyên ku ji zîndanên DAIŞ’ê reviyane niha di rizgarkirina bajarê xwe de têdikoşin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir kir, welatiyan di bin dagirkeriya çeteyan de jiyaneke reş û trajedîk jiyan kirin. Welatiyên ku neçar mane ji bajêr birevin diyar kirin ku çeteyan hovîtiya xwe di bin navê pêkanîna şerîeta îslamî de pêk dianîn û gotin ku ti girêdana wan bi ola Îslamî re tune ye. Gelek welatiyên ku ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ji bajarê Reqayê reviyane ji bo tola xwe hilînin beşdarî nava xebatên parastinê yên Hêzên Sûriya Demokratîk bûn û dîsa berê xwe dane bajarê xwe û şerê terorê kirin.

EHMED SALIH

Ciwanê 19 salî yê bi navê Ehmed Salin (El-Reqawî) di hevdîtinekê de bi ANHA’yê re behsa beşdarbûna xwe ya nava Hêzên Sûriya Demokratîk kir û got ku wî jiyaneke trajedîk ji ber hovîtiya çeteyan jiyan kiriye û wiha anî ziman: “Çeteyan di bin navê ola Îslamî de hovîtiya xwe li serê me dimeşandin. Ti girêdana wan bi ola Îslamî ve tune ye. Me nikaribû jiyana xwe di nava çeteyan de bidomînin. Em neçar man ji malên xwe birevin. Niha jî ji bo em jiyanê ji bajarê xwe re vegerînin em beşdarî nava xebatên QSD’ê bûn. Em ê vî durindeya reş ji bajarê xwe dûr bixînin.”

HEMZA DALI

Ciwanê 25 salî yê bi navê Heyder Reqa jî ku niha di nava hêzên QSD’ê de cihê xwe digire behsa serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê kir û wiha got: “Çeteyan gelek caran bê sedemeke diyar ez girtim, tenê ji bo tirsê di dilê me de biçînin. Cara dawî ku çeteyan ez girtim min biryar girt ku ez birevim û beşdarî xebatên rizgarkirina bajarê xwe bibim. Lê piştî ku ez reviyam, çeteyan bavê min girti û li şûna min xistin zîndanê.”

Heyder Reqa got ku bavê wî di encama hovîtî û îşkenceya çeteyan de felc bûye û di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyên Reqayê kir ku li benda wan bimînin ji ber ku dê di demeke lezgîn de bajarê wan rizgar bikin û jiyana xwe ji nû ve vejînin.

NIZAR RIHAN

Di heman derbarê de Nîzar Reyhan ku cihê xwe di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de digire diyar kir ku ji bo tola xwe ji çeteyên DAIŞ’ê hilîne ew beşarî nava xebatên rizgarkirinê bûye û wiha got: “Çeteyan gelek caran ez girtim û piştî ez ji zîndana wan reviyam bavê min xistin şûna min û ew jî li ser destên çeteyan rastî îşkenceyên giran hatiye.”

Nîzar got ku heta giştî axa welat ji qirêjiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar dibe dê têkoşîna xwe berdewam bike.

(jh)

ANHA