Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jin berê xwe didin cihê lidarxistina Kongreya Damezrêner a Jinên Sûriyê

MINBIC – Nûnerên jin ên Bakurê Sûriyê û saziyên civaka sivîl, di nava kêliyan de ji bo beşdarbûna Kongreya Damezrêner a Meclîsa Jinên Sûriyê, berê xwe didin cihê  kongreyê.

MINBIC-ŞOREŞGERN DEST PE KIR KU LI ODEYA KONFERANS (4)

Bi dûrişmeya”Jina rêxistinkirî bingeha avakirina Sûriyeke nenavendî demokratîk e”wê di çend kêliyê pêş de, Kongreya  Damezrêner a Meclîsa Jinên Sûriyê li bajarê Minbicê werê,  destpêkirin.

Kongre li salona civînan a avahiya Rêveberê Sivîl  a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê, tê organîzekirin.

Wê jinên ji Herêma Efrîn, Firat û Cizîrê û ji pêkhateya Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çerkes, Ernot, Aşûr û hemû bajarên Sûriyê, beşdarî kongreyê bibin.

Her wiha jinên serbixwe, endamên jinên ên saziyên sivîl, partiyên siyasî,  Kongreya Star, Buroya Jin a MSD`ê, Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Demokrtîk a Cizîrê, Meclîsa Damezrêner a Federaliyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, dê beşdarî kongreyê bibin.

Eywana kongreyê bi nivîsa”Jina azad bingeha civaka azad e, jin  kilîta çareserî û aştî li Rojhilata Navîn e”, her wiha bi wêneyên têkoşer Arîn Mîrkan û Hena Ebdulkerîm  Seqir, hatiye xemlandin.

Kongre wê saet 10:00 werê destpêkirin.

(kc)

ANHA