Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jin dê kargeha sîf birêve bibin

EFRÎN- Navenda Geşkirina  Aborî ya navçeya Mabata ji bo çêkirina sîf kargeh vekirin û ev kargeh dê ji aliyê jinan ve were birêvebirin.EFRIN-MABETA-VEKIRINA-MEMELA ‫(1)‬ ‫‬

Ji bo aborî bi rengê jin pêşbikeve û jin bikarbin xwe di aliyê aborî de birêxistin bikin Navenda Geşkirina Aborî ya navçeya Mabata ji bo çêkirina sîfê feran  kargeheke ku jin tê de bixebitin û birêvebibin, vekir.

Li kargehê 4 makîne hene û 3 jin lê dixebitin. Kargeh ji saet 9:00`an heta 14:00`an de wê bixebite. Ji heftê roja înê jî betlane ye.

Di vekirina kargehê de nûnerên TEV-DEM, Endamên Navenda Geşkirina Aborî û bi dehan jinên navçeya Mabata amade bûn.EFRIN-MABETA-VEKIRINA-MEMELA ‫(123601409)‬ ‫‬

Bi boneya vekirina kargehê Rêveberiya TEV-DEM`ê ya navçeya Mabata Xaliye Mihemed axivî. Xaliye Mihemed bi vekirina kargehê kêfxweşiya xwe anî ziman û got:ʺ Ev projeya vekirina kargehê ya Navenda Geşkirina Aborî dê bibe alîkar ku jin aliyê aborî de xwe birêxistin bike û dê aboriya jin pêşbikeveʺ.

(np)

ANHA

EFRIN-MABETA-VEKIRINA-MEMELA ‫(1)‬ EFRIN-MABETA-VEKIRINA-MEMELA ‫(123601410)‬ ‫‬