Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jin hêviyên afrînerên aborî ne

DOSYA

KENDAL ŞÊXO

NAVENDA NÛÇEYAN-Bi pêvajoya şoreşa Rojava de jin gavên mezin di aliyê aborî de avêtin. Jina ku maf ji dest hatibû girtin êdî dikare bandorekê li ser civaka aborî bike û afrînerên nû pêş bixîne.

Aborî ango ekonomî di wateya xwe ya kevin de, peydakirina pêdiviyên sereke yên jiyanî. Biryarên gelan ên ji bo pejirandina cihekê ku lê karibe bijîn li ser vê esasê bû. Li ser vê yekê mirovan li rex çeman an nêzî kaniyan ji bo çandiniyê xwe bi cih dikirin. Mirovên destpêke li nêzî çemê Firat, Dicle û Nîl bi cih bûn.

Di wê demê de, jin wekî dayika jiyanî dihat naskirin. Gelên Mezopotamyayê Xwedawenda Eşatar a bi daneyên xwe dihat naskirin, wekî dayikeke pîroz didîtin. Ev yek jî tê wateya pîrozbahiya cihê wê di civakê û rola wê ya peydakirina pêdiviyan de.DOSYA-A-JIN-LI-SER-KARE-WNI-ABURI ‫(108003845)‬ ‫‬

Bi pêşketina tîgeha dewletê û desthilatdariya hişmendiya baviksalarî li ser jiyanê, tiştên nû wekî keysebazî, hîle û ferqên tebeqan derketin. Ev şêwaz heta niha jî li cîhanê berdewam e.

Di piraniya civakên Rojhilata Navîn de, rola jinan di ekonomiya malê de hatibû windakirin, lê belê di civaka kurdan de berevajî wê bû, jin karîbû heta radeyeke baş rola xwe ya di aboriya malê de biparêze, lê dîsa jî ew rol sînordar mabû.

Bi şoreşa Rojava re, jinan cihê xwe di pêşxistina aboriyê û biryargirtinên aborî de ku karîbû bandorî li ser civakê bigire, girtin.

Em di vê dosyaya xwe de behsa aboriya jinê, guhertinên ku şoreşa Rojava ji aliyê aborî ve pêşxistine bigirin dest.

Aboriya jinê beriya şoreşêDOSYA-A-JIN-LI-SER-KARE-WNI-ABURI ‫(1)‬

Rewşa aboriyê li Bakurê Sûriyeye, bi taybet herêmên kurdan, wekî piraniya herêmên din ên Sûriyeye bû. Hemû berhemên aboriya welat di destê rêjîma Baas de bû.

Rêjîmê ku qaşo banga mafê jinan dikir, lê ev yek tenê bi axaftinan dihat kirin û di warê pratîkî de pêk ne dihat. Ji hêleke din ve kevneşopiyên paşverû yên civakê, jinan ji xebitandina ji dervî malê û bi xwe peydakirina pêdiviyên xwe dûr xistibû.

Bi destpêka serdsala 21‘emîn ve, jinên Sûriyeyê karibûn qanûnên qedexekirina jiderve karkirin bişkînin, lê dîsan jî derketina ji derve sînordar bû ne gihaşt wê astê ku aboriya civakê bi rêve bibe û mehkûmê zihniyeta baviksalarî bû.

Karê jinan di mal de, di çarçoveya dirûtin, amadekirina xwarinê û hwd de sînordar bû.

Bi pêvajoya piştî şoreşê re, em dikarin rola jinan a di aboriyê de bi du mijarên sereke bigirin dest.DOSYA-A-JIN-LI-SER-KARE-WNI-ABURI ‫(108003842)‬ ‫‬

Mijara yekemîn jina ji navendên aborî re pêşengtî kir û ya duyemîn jî projeyên aborî û taybet ên jinan.

Di van çend salên dawî de, jinan karîbûn serkeftinên mezin ji aliyê aboriyê ve bi dest bixin û ji hemû aliyan ve biryaran jî bistînin. Ji komînê heyanî meclîs, saziyên aborî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û sîstema federal ku niha amadekarî jê re tê kirin, jin cihê xwe tê de digrin.

Seroka Desteya Jinê ya Kantona Efrînê Fatima Lekot demek berê ji ajansa me re dabû xuyakirin ku “Jin ji berê ve civaka aborî bi rêve dibir.ʺ

Gelek caran tê gotin ku di pratîkbûyîna aboiya civakê de kêmasî çêdibin û derketina ji xeta projeyên aboriya civakî ber bi kapîtalîzmê ve diçe.

Nûnera Navenda Aborî ya Jinê ya Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo, Horiye Şemdîn dibêje: “Di Konferansa Jinê de ku dê di 15-16 hizêranê were li darxistin, giranî li ser mijara zanista aborî li gel jina were dayîn, her wiha dê biryara vekirina akademiyên girêdayî mijarê were standin.ʺ

Artêşbûyîna jinan di saziyên aborî deDOSYA-A-JIN-LI-SER-KARE-WNI-ABURI ‫(1)‬ ‫‬

Mijara duyemîn a serkeftina jin di Şoreşa Rojava de, ew bû ku jin cara yekem bi xwe projeyan pêşbixîne.

Di serî de, koperatîf li her deverê hatin avakirin.

Koperatîfa herî mezin a gundê Qesirkê ya bajarê Dirêbsiyê ye. Li gorî rêjeya navenda aborî ya jinan, 2 hezar jin cihê xwe di nav de digrin.

Koperatîf bi rengê çandinî, bazirgnî û xizmetguzarî pêk tên. Dîsa jî jin hewl didin afrînerên nû pêş bixînin.

Derbarê vê yekê de Horiye Şemdîn dibêje: “Jinên Kantona Cizîrê berê xwe didin koperatîfên derbarê peydakirina pêwistiyên civakê yên tenduristî, da ku dawî li keysbaziya bazirganiyê were anîn.ʺDOSYA-A-JIN-LI-SER-KARE-WNI-ABURI ‫(108003841)‬ ‫‬

Li gorî raporên Navenda Aborî ya Jin; amadekariyên vekirina du bazarên taybet li Dêrik û Amûdê têne kirin da ku berhemên jin lê werin firotin.ʺ

Horiye Şemdîn di dawiya gotinên xwe de dibêje: “Artêşeke jinan di nava rêxistinên aborî de çêbûye. Dê 400 jin beşdarî konferansê bibin. Em bi hêvî ne ku aboriya xwe hîn bêtir pêş bixînin û jin ji hemû pêkhateyan beşdarî xebatên aborî bibin”.

(bb)

ANHA