Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jin ji bo azadiya xwe û rêberê xwe têdikoşin‘

EFRÎN – Rêxistina Kongreya Star a navçeya Mabata ya Kantona Efrînê, di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza diyarkirina rewşa wî ya ewlehî de, konê girava birçîbûnê veda.

EFRIN-MEBATA-VEKERINE-KONE-GIREVA-BERCOBONE (4)

Çalakiya giravê bi dirûşmeya ‘‘Jin ji bo azadiya xwe û rêberê xwe têdikoşin‘‘ bi beşdarbûna endamên Kongreya Star û dayikên aştiyê yên navçeyê dest pê kir.

Cihê çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yêb têkoşerên azadiyê û bi pankartên bi nivîsên “Sonda me, em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber APO re azad bijîn” hatibû xemilandin.

Jinên ku beşdarî giravê bibûn, cilên li ser hatibûn nivisandin ‘‘Ji tecrîda li ser Rêber APO re na, Rêbertî jiyana azad e û girtina Rêber APO girtina mirovahiyê ye‘‘ li xwe kiribûn.

Çalakiya giravê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê axaftin ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Newroz Haşim, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a navçeyê Serhildan Kelaşo û bi navê malbatên şehîdan Şadiya Ibrahîm ve hatin kirin.EFRIN-MEBATA-VEKERINE-KONE-GIREVA-BERCOBONE (3)

Di axaftinan d komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li ser wî hatiye ferizkirin hatin şermezarkirin, hate gotin ku deweleta Tirk ji fikirê Ocalan ditirse û bi bi riya tecrîdê dixwaze fikirê asteng bike.

Di axaftinian de her wiha hate gotin ‘‘Gelê Kurd bi fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah têkoşîna xwe didomîne ta Ocalan azad bikin. Em wekî dayikên aştiyê ji bo azadiya rêberê xwe çi me were xwestin em ê bikin.‘‘

Di çalakiyê de de helbest hatin xwendin û belavok derbarê nirxandinê Ocalan hatin belavkirin.

Çalakî dê hetanî saetên ber êvarî dewam bike û dê senevîzyoneke derbarê têkoşîna Ocalan were pêşkêşkirin.

(bb)

ANHA