Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jin li Girê Spî bi awayekî çalak dixebite

GULÎSTAN MIHEMED

GIRÊ SPÎ-  Li Girê Spî jin ji hemû pêkhateyan bi awayekî çalak tevlî xebatê dibin, 35 komîn ava kirine, 115 jin li saziyan dixebitin, xebatên perwerde bi rêvebirin û 790 jin li dibistanên Girê Spî mamoste ne.

Bi tîrêjên rojê û rizgarkirina ji tarîtiya DAIŞ’ê re jin li Girê Spî êdî bi berxwedanî û têkoşîna xwe dîroka xwe dinivsînin. Bi sîstema hevserokatiyê re li hemû qadên xebatê ciyê xwe digrin.

Aliyê civakîGIRESPI -BISKTINA-JINA (2)

Li Girê Spî jin di avakirina civaka azad û demokratîk de û bi taybet di aliyê civakî de pêşeng bû. Hejmara jin di komînan de ji hejmara mêr zêdetir bû û 35 komînên xweser ên jin li Girê Spî hatibûn avakirin.

Di aliyê rêxistinî de jinê dest bi vekirina saziyan kir û hezîrana îsal Desteya Jin û Mala Jin hatin vekirin. Kongreya Star jî di xebatan de çalak bû. Ji destpêka sala 2017’an Kongreya Star gelek çalakî organîze kirin û dest bi pêngava perwerdekirina jinam kir. Mijarên weke zagonên jin, zewaca bi temenê biçûk û avakirina komînan, rojeva perwerdeyên jin bû.

Kongreya Star û Desteya jin di salekê de 3 dewreyên hemşîretiyê (20 endam), du dewreyên bexçeyên zarokan ji bo fêrî perwerdekirina zarokan bibin, dewreyeke fêrbûyîna dirûtine (25 endam) û dewreyeke fêrbûyîna xwendin û nivîsandine ji bo jinên xwendin û nivîsandine nizanin hate vekirin.

Komîteya Lihevanîne a Mala Jin ji destpêka salê ve hezar û 200 dozên jin çareser kirin û 100 doz jî rakir dadgehê û hatine çareserkirin.

Aliyê siyasîGIRESPI -BISKTINA-JINA (11)

Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê civîn, konferans û kongreyên di çarçeva rewşa siyasî de hatin lidarxistin, jin ji Girê Spî tevlî bûn.

Her wiha bi awayekî çalak tevlî xebatên fedraliyê dibe û bi awayekî çalak tevlî xebatên meclîs, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, MSD’ê û PYD’ê dibe.

Aliyê aborîGIRESPI -BISKTINA-JINA (10)

Di destpêka sala 2017’an de Mala Jin werşeyên dirûtine û dikanên firotina cilan vekir. Her wiha jin li gundewarên Girê Spî di çandiniyê de dixebitê û ji bo demsala Zivistanê amadekarî dike.

Aliyê xizmetguzarîGIRESPI -BISKTINA-JINA (3)

Jin hem ciyê xwe di saziyan de digre û hem malbata xwe bi rêvedibe. Niha ji hemû pêkhateyên jin ên Girê Spî jin ciyê xwe di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star û li nexweşxaneyan jî dixebitin. Niha 115 jin li Girê Spî li saziyan dixebitin.

Aliyên perwerdeyî, parastin û leşkerî

Ji hemû pêkhateyan (Ermen, Tirkmen, Ereb û Kurd)niha jin li dibistanan mamostatiyê dikin û hejmara wan gihîşte 790 mamoste.

Di mijara parastine de jî Asayîşa Jin û Tirafîk tîrmeha 2015’an hatin avakirin. Destpêke 3 jin tevlî asayîşê bibûn niha hejmara wan gihîştiye 5 kesan.

Her wiha bi dehan jin tevlî nava refên QSD’ê bûn û niha ciyê xwe li eniyên şer digrin.

(np)

ANHA