Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jin û mêrên Helebê ji têkoşîna li dijî tundiyê meşiyan

HELEB – Jin û mêrên bajarê Helebê ji bo Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, beşdarî meşekê bûn.  HELEB-NESA-JIBO-SIDETA-LI-SER-JINE (4)

Bi sedan jin û mêrên bajarê Helebê yên ji hemû pêkhateyan, şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Asayîşê kom bûn û ji bo Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, meşiyan û pankartên ″Jin jiyane jiyanê nekujin û Jin xweza ye xwezayê biparêzin″ vekirin.

Meş ji navenda Kongreya Star dest pê kir, meşvanan dirûşmeyan banga rawestandina tundiya li ser jinê kirin û xwestin jin mafê xwe yê jiyanê bikar bîne.

Meş li qada Şehîdan rawestiya. Li qadê deqeyek rêz hat girtin û Fermandara  YPJ′ê Nûjîn Dêrik, Endama Buroya jinê ya MSD′ê li Helebê Hêvîn Hesen, bi navê jina Ereb Fatma Hisêno, bi navê Yekîtiya Jina Ciwan li Helebê Gulşan Elî axivîn.

Axaftvanan banga aktîfkirina rola jinê di hemû qadên jiyanê de kirin.

Meş bi dirûşmeyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi dawî bû.

(mm)

ANHA