Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jin xizmeta erdên xwe yên çandiniyê dikin

EFRÎN – Endamên Kongreya Star li Kantona Efrînê erdên xwe yên çandiniyê paqij dikin.

Ji bo Koparatîfa jinên Til Selûr ê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê ku  ji 12 Endamên Kongreya Star û Saziyên Sivîl pêk tê, 5 hektar erd hatiye veqetandin.

Jinan nîsk çandine, xizmeta berhemên xwe dikin û dest  bi paqijkirina erd ji cîhayên ne baş kirin.

Derbarê mijarê de, Endama Kongreya Star a navçeyê Cengîn Hesen axivî û da zanîn ku koparatîf bi armanca xurtkirina ruhê komînal û geşkirina aboriya jinê, hatiye avakirin.

(mm)

ANHA