Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jina Kurd a Şêxmeqsûd dibistana berxwedanê ye

Dîmen

SILÊMAN  EHMED

HELEB – Endama Buroya Jinê ya MSD`ê ya Helebê Necla Hemze got ku jina kurd wek dibistana hînbûna berxwedanê bi nav kir û da xuyakirin ku mînaka jina kurd- ereb bû mînaka biratiya gelên Sûriyê. Her wiha daxwaz ji hemû herêmên Sûriyê kir biratiya gelan wek bingeh di jiyanê de bigrin.

Endama Buroya Jinê ya Meclîsa Sûriya emokratîk (MSD) a Helebê Necla Hemze, derbarê siyaseta regezperestî û teyifeperestiya ku dewletên rojhilata navîn didan meşandin, her wiha derbarê jiyana hevbeş û yekîtiya gelên taxa Şêxmeqsûd, ku bi saya rêgeza biratiya gelan li hemberî hemû komployan serkeftin bi dest xistin de, ji ANHA`yê re axivî.neihyla hmzeia

Endama  Buroya Jinê ya MSD`ê Necla Hemze, di serî de rola dewlatan a çandina tayife û regezperestiyê di navbera gelan de nîşan da û wiha got: ʺSiyaset û komployên dewletên rojhilata navîn û giştî cîhanê li ser zihniyeta tayife û gelên ku ji deh salan ve û heta roja me ya îro bi hev re jiyan dikin, serwer bû. hin gel li ser hesabê gelên din paşguh dikirin, komkujî derheqê hin tayife û kêmnetewan de pêk danîn, van siyasetên regezperestî li hemberî gelan şerên pir li seranserî herêmê afirandin û bandor li biratiya gelan kirin, lê hîne bandor li ser yekîtiya gelan jî kir. Divê gelên herêmê asta têkoşîna xwe bilind biklin û bi hev re jiyan bikin, nabe hin gel li ser hesabê gelên din bên paşguhkirin, divê gelên herêmê bi hev re bibin yek.ʺ

Necla diyar kir ku, di çarçoveya aloziyê de, dema çete yan rejîn gund an bajarek dikirin bin serweriya xwe de, bi hinceta ola îslamê yan cudahiya di navbera kurd, ereb û tayifeyên olî de niştecihên resen koçber dikirin. ev yek wek cureyekê ji siyasetên regezperestiya li herêmê bûʺ

Taxê di qada Sûriyê de mînakek nû girte dest

Necla her wiha da xuyakirin ku, di çarçoveya aloziya Sûriyê de Ii taxa Şêxmeqsûd berovajî siyasetên regezperestiyê, mînakek nû ji dayik bû,li wê derê yekbûneke xurt, biratî û hezkirin di nav gelên bi hevre jiyan dikin de kurd, ereb, kiristyan, tirkimen, ermen û her wekî din mezheb û tayifeyên olî de hebû.

Wiha jî domand: ʺMînaka li taxê tê jiyankirin, ji aliyê yekîtiya biratiya gelan bi taybet piştî aloziya ku welat têre derbas dibe, naveroka rasteqîn a tevahî aliyên Sûriyê ye, li wê derê ruhê biratiyê û yekbûna şêniyên wê ji hemû aliyan ve ji dayik bûye.ʺHELAB-JINA-KURD-JI-BO-ME-DEBISTANBO (1)

Necla her wiha diyar kir ku, tevî komployên li dijî gelên taxê hatine kirin ku yekîtiya wan ji hev bikin û tevliheviyê di biratiya gelên wê de derbixin jî, lê bi ramana biratiya gelan hemû ew komplo vala hetin derxistin û got ku komployan îsrar û berxwedana li hemberî êrîşan zêde kir û wiha domand:ʺ Dema li hemberî êrîşên çeteyan seferberî hat ragihandin, tavahî gelên taxê çek hilgirtin û li kêleka hêzên xwe parastina taxê kirin. Tevî ku ambargo jî li ser taxê hebû, lê gelên wê ji hemû aliyan madî û manewî ve mil dan milên hev, her malekê bi cîranê xwe re pariyê nan parve dikir.ʺ

Hevkarî bingeha serkeftinê ye

Necla balkişande ser mînaka rêxistinî ya li taxê ya Meclîs û Komînan û dest nîşan kir ku hemû şêniyên taxê di nav de jiyana xwe birêxistin dikin, rêxistinbûyînê roleke mezin di xurtkirina têklî û yekîtiyê de lîst û biratiya gelan di taxê de çand, taxa şêxmeqsûd beronajî demên berî aloziyê bû mînaka demokratîkbûnê û wiha domand: ʺEv mînak li hemberî çeteyan û hemû êrîşên li ser taxê sekinî, hevkarî jî bingeha serkeftinê ye. ʺ

Necla daxwaz ji hemû tayife, mezheban û gelan kir ku di bin banê biratiya gelan û jiyana hevbeş a di dema aloziyê de li taxê ji dayik bûye de bibin yek, mînaka li taxê bû mînakek ji Sûriya pêşerojê re, ku yekîtî di nav hemû take kesên gelên li herêmê bi hev re jiyan dikin li giştî welat de pêk were. ʺ

Jina Kurd ji me re dibistan bû

Di dawiya axaftina xwe de, Endama Buroya Jinê ya MSD`ê ya Helebê Necla Hemze destnîşan kir ku, di encama fikir û îsrara berxwedan û têkoşîna jina Kurd li taxê çandiye de li hemberî êrîşên dihatin ser taxê dest girêdayî ne diman û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺEv jin ji me re dibistan bû, em ji wê hînî rêxistin û berxwedana li hemberî hemû şêwazên êrîşan bûn, her wiha di tevahî aliyên jiyanê de jî hîn bûn. ʺ

(rr)

ANHA