Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jina Rojava bû mînaka hemû jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn

 SERÊKANIYÊ – Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd da zanîn ku jina Rojava-Bakurê Sûriyê bûye mînaka hemû jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn û ji tevahî cîhanê de îsbat kir ku jin dikare beşdarî hemû qadên civakê bibe. SRK-ROLA-JIN-HATE-NIQAS-KIRIN (3)

Kongreya Star bi armanca nîqaşkirina rola jinê di nava şoreşa Rojava de û xebatên rêxistinkirina wê di nava civakê de, bi şêniyên gundê Rawiyê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê re civiya.

Di civînê de bi dehan jinên gund, amade bûn û tê de geşedanên dawî yên herêmê, her wiha rewşa jinê di nava şoreşê de hate nîqaşkirin. Destpêkê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd axivî, tecrîda ku li ser Rêberê gelê Kurd Abduah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir û got ku dewleta Tirk hewl dide bi riya tecrîdê destkeftiyên gelê Kurd ên li herçar parçeyên Kurdistanê tune bike.SRK-ROLA-JIN-HATE-NIQAS-KIRIN (4)

Evîn Siwêd her wiha rola jinê di şoreşa Rojava de nirxand û da zanîn ku jina Rojava bûye mînaka hemû jinên Sûriyê û Rojhilata Navîn. Evîn anî ziman ku jinên Rojava-Bakurê Sûriyê bi xebatên xwe, ji tevahî cîhanê re nîşan dan ku jin dikare beşdarî hemû qadên civakê bibe û rola xwe têde bilîze.

Piştre, beşdaran rola jinê di civakê de bi awayekî b erfireh nîqaş kirin. Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(sx/mm)

ANHA