Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jina Tebqayê di warê aborî de, gav davêje 

TEBQA – Meclîsa Jinê ya Tebqayê dest bi projeya vekirina kargeha dirûnê kir, da cilên dibistanê ji bo şagirtan bidirûn.TEBQA-JINEN-KARKER ‫(1)‬ ‫‬

Vekirina kargehê piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê, yekem projeya aborî ya jinê ye. Armanca ji vekirina kargehê ew e ku Kurd, Ereb û Suryan çanda herêmê nas bikin.

Li aliyekî din jî, bi nêzîkbûna sala nû ya perwerdeyê, yekem karê ku li kargehê were meşandin, dûrtina cilên dibistanan in.

Di kargehê de 27 jin bi derfetên xwe dixebitin. Kargeh gaveke girîng ber bi pêşxistina aboriya jinê ye.

Piştre jî dê dikanên firotina berhemên kargehê, bêne vekirin û li gorî derfetên welatiyan bêne firotin.

(mm)

ANHA