Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Jina xwedî gelek huneran

SÎNEM HEMO

EFRÎN- Sebah Mihemed bi jiyanê ve girêdayî ye, bi mal û zarokan ve sînordar nemaye, bûye nîgarvan, li sazê dixe, ji hiriyê cilan çêdike û jina xwedî gelek huneran tênaskirin.EFRIN-MABETA-NINEK-XWEDI-MEWHIBE (2)

Sebah Mihemed sala 1979`an li gundê Mieskere yê navçeya Mobata ya kantona Efrînê ji dayîk bûye. Heyanî dibistana seretayî dixwîne û li dibistanê hezkirina xwe ya nîgarvaniyê dibîne. Sebah ji ber rewşa madî neçar dimîne dev ji dibistana xwe berde, wêne xêzkirin jî êdî bûye parçeyek ji canê wê û bi derfetên kêm wêneyan xêzdike. Ew herî zêdetir wêneyên jin û xwezayê xêz dike.

Hedefa Sebah mezine û hewldide di rojên pêşde pêşengeha wêneyên ku xêzkiriye vebike.

Ne tenê nîgarvanî, xwe fêrî sazê jî dike

Hezkirina Sebah a jiyanê mezine û bi mal û zarokan ve sînordar namîne. Li kêleka nîgarvaniyê xwe fêrî sazê jî dike. Her wiha di lênûsa xwe ya bîranînan de helbestan jî dinivisîne û ji hiriyê cilan çêdike û dineqişîne.

Sebah di nava şêniyên gundê xwe de bi jina xwedî gelek huneran tê naskirin.

(np)

ANHA